Parlementoya DYA'yê mijara tawanbarkirina Trump nîqaş dike

​​​​​​​Parlementoya DYA'yê mijara tawanbarkirina serokê berê Donald Trump  bi sorkirina êrişa li dijî Capitol nîqaş dike.

Parlementoya DYA'yê mijara tawanbarkirina Trump nîqaş dike
13 ÇILE, 2021   16:24
​​​​​​​ NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku parlementoyê destpêkê rêgezên taybet ên nîqaşê hilbijêre. Heke werin erêkirin dê rê li pêşiya erêkirina benda hesabxwestinê veke. Li gorî wê dê Trump bi sorkirina êrişan were tawanbarkirin.

Li gorî AFP`ê, tê payîn ku derdora saet di 15:00`an de anku saet 20:00`an li gorî GMT dengdayîn di parlementoyê de pêk were.

Di encamê de dê girtekên dûrxistina serokê 45`an ê DYA'yê bi awayekî fermîwerin girtin. Bi vê yekê Trump dê bibe serokê yekemîn ku du caran di Kongresê de tê tawanbarkirin.

(şx)