Li Kobanê di encama qezaya trafîkê de du bira jiyana xwe ji dest da

Li gundê Dungir ê başûrê Kobanê qezayeke trafîkê çêbû, di encamê de du zarokên bira jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê di encama qezaya trafîkê de du bira jiyana xwe ji dest da
13 ÇILE, 2021   15:35
 KOBANÊ

Qeza vê sibehê li ser rêya Helebê, nêzî gundê Dungir ê dikeve başûrê kantonê Kobanê rû da. Di encamê de du birayên hev Idrîs (12) û Omer (14) kurên Welîd Şêxo jiyana xwe ji dest da.

/ar/uploads/files/2021/01/13/135651_amr-shykhw.webp

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, her du zarok dema qeza çêbûye li ser motorsîklêtê bûn û erebeya ku qeza kiriye ji cureya “Hilfawî” ye.

Li gorî agahiyan, di qezayê de birayê mezin yekser jiyana xwe ji dest da û yên din di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Dungir ku rêya Kobanê-Helebê tê re derbas dibe gelek qeza çêdibin, ji ber mal û dikan nêzî rê ne û ajokar xemsar in.

(şx)

ANHA