'Dewleta Tirk di kesayeta rêbertî de projeya demokratîk armanc dike'

Beşdarên çalakiya konvedanê ku li bajarê Hesekê li dar ketiye, diyar kirin ku dewleta Tirk ji pêkanîna sûcan li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, armanc dike vîna gelê Kurd tune bike û projeya demokratîk a li herêmê tune bike.

'Dewleta Tirk di kesayeta rêbertî de projeya demokratîk armanc dike'
13 ÇILE, 2021   18:12
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-HENAR IBRAHÎM

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina sûcên deshilata Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya konvedanê li hemberî çerxerêya Dêra Asûrî ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan endamên navend û saziyên li bajarê Hesekê û navçeyên wê tev li çalakiyê bûn.

Ciwanên ku tev li çalakiyê bûne, nerazîbûnên xwe li hemberî sûcên desthilata Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de rave kirin.

/ar/uploads/files/2021/01/13/171908_adlh-mstw-28large29.webp

Hevseroka Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Edle Misto ji ANHA`yê re axivî û got: “Erdogan piştgirê sereke yê çeteyên DAIŞ`ê û komên çeteyan e yên ku xelkê me kuştin û malên me wêran kirin. îro jî heman vê siyaseta qirêj li dijî girtiyên siyasî û serok Ocalan dimeşîne.“

Edle destnîşan kir ku Erdogan ji bo şikandina vîna gelê Kurd û têkbirina projeya demokratîk a herêmê rêber Abdullah Ocalan dike hedef û wiha domand: “Bila Erdogan baş bizane ku vîna me ji sûc, zihniyet û siyasetên wî bi hêztir in. Em li ser axa xwe ne û kesek nikare vîna me bişikîne.”

/ar/uploads/files/2021/01/13/172045_blal-hsn-28large29.webp

 Ji aliyê xwe ve endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Dirbêsiyê Bîlal Şêx Hesen rave kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan de red dike û wiha pê de çû: “Desthilata Tirk êrişî girtiyên siyasî yên ku nûnertiya gelên Kurdistanê dikin, dike. lê hevalên me yên di girtîgehan de dev ji berxwedana xwe ya ji bo azadkirina serok Abdullah Ocalan, bernadin.”

Hesen piştrast kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya sûcên dagirkera Tirk û bi destxistina serkeftinê çalakiyên wan berdewam in.

/ar/uploads/files/2021/01/13/172118_lyla-shylan-28large29.webp

Her wiha endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Leyla Şîlan axivî û bang li tevahiya çînên ciwanan kir ku tev li çalakiyê bibin û wiha berdewam kir: “Divê vîna me li hemberî dijminan xurt be. em sûcên wê yên lidijî gel û erdnîgariya me qebûl nakin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje me bi ciwanan destpê kir û em ê bi ciwanan bi serkevin. Em piştgiriya berxwedana hevalan dikin, bi berxwedana rêbertî em ê bi serkevin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/61pdSIcZmQc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>