Rejîma Îranê li dijî çalakvan û xwendekaran dest bi pêla girtinê kir

Li gorî Rojnews`ê di rojên dawî de rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Tehranê li dijî çalakvan, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla giritnê kiriye. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê hejmara kesên li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, gihaşt 29 kesan.

Rejîma Îranê li dijî çalakvan û xwendekaran dest bi pêla girtinê kir
13 ÇILE, 2021   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji roja 8’ê Çileyê ve rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Tehranê li dijî çalakvan, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla destgîrkirinê kiriye.

Li gorî Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê, 3 welatiyên ku ji heman malbatê yên bi navê Ebdullah Hacî Ehmedî, Peyman Hacî Ehmedî û Xatu Gelawêj Ebdulahî yên ji Qereqesab a Nexedê ne hatine girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, çalakvanê civaka sivîl Hisên Gerdşî jî roja 11’ê Çileyê li bajarê Bokanê hatiye girtin û ji bajarê Urmiyê re hatiye veguhestin.

Her wiha li Mehabadê jî hêzên rejimê bi ser mala welatiyê bi navê Hesen Ebdî de girt û ew destgîr kir.

Li gorî agahiyên dawîn, ji 8’ê Çileyê ve hejmara kesên ji aliyê rejima Îranê ve hatine girtin gihaştiye 29 kesan.