Di êrişên Îsraîlê de herî kêm 127 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li Dêrazor û Bokemalê de, herî kêm 80 kes hatin kuştin û 37 kes birîndar bûn ku piraniya wan ji komên alîgirên Îranê ne.

Di êrişên Îsraîlê de herî kêm 127 kes hatin kuştin û birîndarkirin
13 ÇILE, 2021   12:09
 NAVENDA NÛÇEYAN

Vê berbangê, balafirên şer ên Îsraîlê nuqte û depoyên çek û cebilxaneyê yên hikumeta Şamê û komên din ên alîgirên Îranê yên “Lîwa Fatîmiyûn”, li herêma ji bajarê Dêrazorê heta sînorên Sûriyê-Iraqê li çola Bokemalê, bombebaran kirin.

Di êrişên asîmanî yên Îsraîlê li Dêrazorê de, herî kêm 77 kes hatin kuştin (40 kuştî, 37 birîndar, ji kuştiyan 9 leşkerên hikumeta Şamê ne û 31 endamên komên alîgirên Îranê yên ji nasnameyên ne sûrî ne).

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê zêdetirî 10 êrişên asîmanî li ser depoyên Eyaû, baregeha Saîqa, Lîwaya 137`an, çiyayê li Dêrazorê û nuqteyên din li derdorê Dêrazorê, pêk anîne.

SOHR`ê dauxyand ku di êrişan de depo û nuqteyên leşkerî hatine rûxandin, her wiha 16 kes hatine kuştin ku ji wan 9 leşkerên hikumeta Şamê ne û 11 endamên komên alîgirên Îranê ne.

Li gorî SOHR`ê, nuqte û depoyên cebilxaneyê li çola Bokemalê bi 6 êrişan hatin hedefgirtin û di êrişan de 11 endamên komên alîgirên Îranê yên ne ji Sûriyê hatin kuştin û windahiyên madî yên mezin çêbûn. Her wiha li dijî nuqte û depoyên li çola Meyadîn 2 êriş pêk hatin û di encamê de 13 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev êrişên Îsraîlê êrişên herî dijwar ên li dijî xaka Sûriyê ne. Heta niha tu bersivdayîn an hewldanên bersivdayîna bombebarana Îsraîlê ji aliyê sîstema parastinê ya hikumeta Şamê ve, nehatine şopandin.

(cx)