Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî  de 33 kes bi koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din bi koronayê ketine
13 ÇILE, 2021   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa tekez ku kesên bi koronayê ketine,  12 mêr in û 21 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 2

Qamişlo: 2

Til Tmir: 2

Dêrik: 4

Girkê Legê: 1

Kobanê: 2

Reqa: 5

Tebqa: 6

Dêrazor: 2

Minbic: 4

Şehba: 1

Kampa Holê: 2

Mistefa anî ziman ku 7 kesên ku bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 285 kes, ji wan 284 kes mirine û hezar û 170 kes baş bûne.

(dx)