Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?

Berpirsên kampa Holê yên ku 8 rewşên qetilkirinê di nava 3 rojan de dîtine, got niştecihên kampê yên ji Iraq û Sûriyê yên ku ji Baxozê hatine, qaşo"wîlayet" li kampê ava kiriye, bi wê re jî diyar dibe ku têkiliyên wan bi derve re hene.

Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
Gelo çek çawa derbasî kampa Holê dibin?
13 ÇILE, 2021   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Bi destpêka îsal re, li kampa Holê 11 bûyerên kuştinê çêbûn, jê jî 8 kes di nava 3 rojan de hatin qetilkirin, her wiha 2 kes jî birîndar bûn.

Kampa Holê ya ku 45 km li rojhilatê Hesekê dikeve, ji 9 beşan pêk tê; 8 jê yên penaberên iraqî û koçberên sûrî ne, ji nav wan jî di vê dawiyê de ji Baxozê ya berika dawîn a DAIŞ’ê derketin, her wiha beşeke din jî ya taybet bi malbat û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî heye.

Bûyerên qetilkirinê li beşên 3, 4 û 5 ên ku tê de penaberên iraqî û koçberên sûrî yên ji bajarokê Baxozê derketine, pêk hatin.

HEJMARA NIŞTECIHÊN KAMPÊ

Li gorî serjimariya dawîn a rêveberiya kampa Holê, niha li kampê 62 hezar û 287 koçber û penaber û çete hene anku ji 17 hezar û 177 malbatan pêk tên. Ji wan hejmara penabarên Iraqê 30 hezar û 706 e anku 8 hezar û 284 malbat e. Her wiha hejmara koçberên Sûriyê jî 22 hezar û 616 kes e anku 6 hezar û 268 malbat e. Malbatên DAIŞ’ê yên biyanî jî 8 hezar û 965 zarok û jin anku 2 hezar û 625 malbat e.

Kampa Holê ji mezintirîn kampa li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û xeternaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber ku tê de hevjîn û zarokên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Dem bi dem li kampa Holê bûyerên qetilkirinê çêdibin, bi taybet li beşên 3, 4 û 5 ên ku tê de malbatên iraqî û sûrî hene ku ji bajarokê Baxozê derketine. Her wiha di nîvê 2019’an de û heta niha 82 kes hatine qetilkirin. Lê bi destpêka îsal re 11 hatine qetilkirin, jê 3 jin hene û piranî iraqî ne.

Piranî niştecihên ku bi destpêka îsal re hatine qetilkirin, bi guleyan hatine qetilkirin, lê qetilkirinên berê zêdetir bi alavên wek kêran pêk dihatin.

DI NAVA 3 ROJAN DE 8 KES HATIN QETILKIRIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 5 û 6’ê Çileyê de 6 kuştî dîtin, jê 4 iraqî û 2 jî sûrî bûn, ew kes bi guleyan hatine qetilkirin. Her wiha serokê Meclisa Sûriyê Ebû Ehmed El-Şumerî û kurê wî Ehmed li beşa 4’an a kampê hatin kuştin, bi wê re yekser Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyonekê kir.

Operasyon du rojan li ber xwe da, di hemleyê de di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneya ku ji 3 çeteyan pêk dihat, şer çêbû. Yek ji wan hate kuştin û li gel wî debance tevî 3 jarjoran û mayineke destan hate dîtin. Lê her du çeteyên dîtir revîn û xwe di nava jin û zarokên DAIŞ’ê de veşart. Lê di encamê de operasyonê de jî endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê Dêrsim Hesen wiha got: "Kesên li kampa Holê tên armanckirin, jin û mêr in, ên ku dev ji fikira DAIŞ’ê berdane."

Hesen destnîşan kir ku malbatên sûrî û iraqî yên ku ji bajarokê Baxozê derketin û li kampê bi cih bûne "Wîlayet" ava kirine û wiha domand: "Piştî zêdebûna hejmara kuştiyan li beşê koçberên Sûriyê û iraqê hêzên me operasyoneke lêgerînê da destpêkirin. Di encamê de şaneyeke mezin girtin ku endamên wê jin, mêr û zarok bûn. Van dadgehek ava kirin û çek li gel wan hene."

ÇEK ÇAWA DERBASÎ KAMPÊ BÛN?

Derbarê çawaniya derbasûbûna çekan, Hesen ev agahî parve kir kir: "Di navbera çeteyên li kampê û yên li derve de têkilî hene û bi rêya rêxistinên ku li kampê kar dikin çekên sivîk wekî demançe û bombeyên destan derbasî kampê têne kirin. ''

 Li kampa Holê derdora 54 rêxistin hene û têkiliyên hin rêxistinan bi DAIŞ'ê re eşkere bûn. Di 5'ê Tebaxa borî de, Komîteya Lêkolînê ya Navenda Têkiliyan a Kongreya Star diyar kir ku MÎT'ê Tirk bi rêya Desteya Alîkariyên Mirov a ku destekê didin DAIŞ'ê, jinên DAIŞ'î bi rêxistin dikin.

Ajansa me, alîkariya ajokarekî girêdayî rêxistina UNICEF di revandina jin û zarokên DAIŞ'ê ji kampê belge kir.

Hesen diyar kir ku çekên ferdî yên ku derbasî kampê têne kirin, di cihên ku zehmete were dîtin, têne veşartin û got ku hêzên wan ji bo ku rê li ber vê yekê bigirin tedbîrên pêwîst girtin, lê berpirsên rêxistinê ji van tedbîran aciz dibin.

Dêrsim Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên wan gelek caran ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê xwestine ku alavên pêşketî yên keşifkirina çekan bide wan, lê heya niha berisv nehatiye dayîn.

(fr)

ANHA