​​​​​​​Kampanyaya 'Dema wê ye' bi beşdarbûna rêxistinên din dewam dike

Kampanya ‘Dema wê ye’ ku KHRAG û COSATU yên Başûrê Afrîkayê ji bo azadiya Ocalan dest pê kiribûn, berfireh dibe. 3 rêxistinên din jî tev li kampanyayê bûn.

​​​​​​​Kampanyaya 'Dema wê ye' bi beşdarbûna rêxistinên din dewam dike
13 ÇILE, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan beriya niha bi demeke kurt dest bi kampanya "Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji Abdullah Ocalan re" kiribûn.

Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiya Ewropayê (ELDH), New World Summit (Civîna Bilind a Cîhanê ya Nû) û Tifaqa Parastina Azadî û Mafan a Navneteweyî (AIDL) jî ragihandin ku ew tev li kampanyayê bûne.

Di daxuyaniya ELDH'ê de hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin kampanya "Dema wê ye: Ji bo aştiya wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" ku ji bo Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê hatiye destpêkirin.

2 jê li Yewnanistan û Tirkiyeyê, li welatên Bask, Belçîka, Bûlgaristan, Elmanya, Îngilistan, Fransa, Yewnanistan, Îtalya, Makedonya, Rûsya, Sirbistan, Swîsre, Spanya û Ûkraynayê komeleyên ELDH'ê hene.

New World Summit jî ku navenda xwe li Hollandayê ye, rêxistineke karên siyasî û hunerî ye.

New World Summit, ji bo gelên bêdewlet, civakên xweser û rêxistinên qedexekirî bi rengê siyasî û hunerî, bi navê civîna bilind a gelan platforman ava dike.

New World Summit salên dawî bi taybetî ji bo Rojava, hem li Rojava hem jî li Ewropayê çalakiyên hunerî-siyasî yên cihêreng li dar dixe û bi beşdariya beşên civakî û siyasî yên alternatîf, rûniştinên meclisê pêk tîne. New World Summitê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew tev li kampanyayê dibe.

International Alliance for Defence of Rights and Freedoms (AIDL) ku navenda wê li Parîsê ye û li Cinêvê û Brukselê buroyên xwe hene, bi giranî ji bo azadî û mafên mirovan ên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn kar dike.

AIDL li Cinêvê, ku saziyên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî lê ye, beşdarî kampanya KHRAG û COSATU bû û ragihand ku wê li Neteweyên Yekbûyî ji bo kampanyayê bixebite.

(cx)