Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bi riya bikaranîna nirxandinana xwendaran di dibistanan de, ji bo avakirina xwendekarekî zana bi hevkariya malbatên xwendaran, xebatên xwe didomîne.

Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
Desteya Perwerdeyê seranserî salê xwendekaran perwerde dike
13 ÇILE, 2021   09:44
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariya malbatan, hewl dide asta perwerdeyê di herêmê de bi pêş bixe.

Di serdema materyalên hikumeta Şamê de, rewşa perwerdeyê bi paş de ketibxû. Ji ber ku rêbaza ku hikumeta Şamê bi kar dianî, tenê ezberkirin bû da ku xwendekar ezmûnan derbas bike.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazeke nû di nirxandina astan xwendekaran de, hilbijart. Ev rêbaz dabeşî du qonaxan dibe; di qonaxa yekem de asta xwendekaran bi rêya dan û standina wan bi heval û mamosteyên xwe re û tevlêbûna wan di waneyan de, tê nirxandin. Di qonaxa duyemîn de jî ezmûnên nivîskî û devkî tên çêkirin.

Mamosteyê dibistana navçeya Tirbesipyê Hanî El-Elawî ji ajans me re wiha got: "Destpêkê em hewl didin rewşa xwendekar a ku bûye sedema paşketina asta wî, bizanin. Piştî şopandina asta xwendekaran, eger di asta xwe de bimînin, em bi malbatên xwendekaran re der barê asta wan de nîqaş dikin, ji bo bigihêjin encamekê.”

PERWERDEYA ONLINE

Rêveberiya Xweser ji bo ku korona belav nebe, tedbîrên pêşîlêgirtinê girtin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ragihand. Ji bo ku xwendekar ji xwendinê dûr nekevin, Desteya Perwerdeyê dersên online bi rêya belavkirina dersên tomarkirî li ser televizyona Ronahî TV û malperên tevna civakî belav kir. Tevî derketina astengiyan jî, lê ev rêbaza online hişt ku xwendar ji perwerdeyê qut nebin.

Têkildarî mijarê Hizrîn Xelîl xwendekara refa 10'an got: “Di dema qedexeya derketina derve de min xwendina xwe bi rêya online domand û me serekeftin di vî alî de bi dest xist. Her wiha desteka malbatên me jî di vî alî de pir roleke xwe ya mezin hebû."

ZÊDEKIRINA SAETÊN PERWERDEYÊ

Rêveberiyê dibistanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saetên perwerdeyê zêde kirin da ku careke din wane ji wan re werin dubarekirin.

Mamosteyê dîrokê yê dibistaneke navçeya Tirbespiyê Henî Elawî der barê vê tecrubeyê de ji ajansa me re got: “Komîteya malbatên xwendekaran bi malbatên şagirtan re civîn li dar xistin û ji bo ku dersên zêde bidin û vekirina perwerdeyên xurtkirina asta xwendekaran li hev kir."

Li gorî Henî Elawî Rêveberiyên dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê di demên cuda yên sala xwendinê de bi armanca teşwîqkirina xwendekaran ku bi rêjeyên bilind bi ser bikevin, pêşbirkên zanistî çêkirin.

DESTEKA MALBATAN

Di heman çarçoveyê de xwendekara bi navê Selwa Ednan Korî yek ji şagirtên refa 4'an, destnîşan kir ku malbata wê alîkariya wê di erkên dibistanê de dike.

Xwendekara bi navê Lêvîn Sêfedîn Osman diyar kir ku ew li dibistanê ji mamosteyan fêr dibe û li malê jî bi alîkariya malbata wê li waneyên xwe vedigere ji ber vê jî ew ji kesên serkeftî ye.

Sîdra Ehmed yek ji xwendekarên refa 11'an da zanîn ku malbata wê roleke mezin di şopandina xwendina wê û serkeftina wê de lîst.

Der barê rola malbatan di qonaxa zanistî de dayîka Sîdra, Hemdiyê Şêxo Îbrahîm jî got: “Ez hewl didim ku bi hemû şert û mercên guncaw ji keça xwe re peyda bikim û her dem bi dibistanê wê re têkildar im.”

(dm-dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0FoL7esSaew" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>