​​​​​​​'Di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de lihevkirin li dijî Rêveberiya Xweser hene'

Endamê Desteya Serokatî ya MSD’ê Xelîl Ebdo destnîşan kir kiryarên hikumeta Şamê û lihevkirinên wê yên bi dewleta Tirk re yên li dijî Rêveberiya Xweser bi ser nakevin. Xelîl Ebod got ku têgihiştina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tevahî komployan bi bin bixin.

​​​​​​​'Di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de lihevkirin li dijî Rêveberiya Xweser hene'
13 ÇILE, 2021   00:42
REQA –EHMED ELÎ

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Aldar Xelîl di hevpeyvînek de ligel rojnameya  Yenî Ozgur Polîtîka got: "Di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de lihevkirin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Di demekê de ku dewleta Tirk êrişî Eyn Îsa û Til Temir dike, hikumeta Şamê li Qamişloyê bi armanca tengezariyê li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk pêk bîne, pirsgirêkan bi der dixe. Lê agahiyên li gel me, nîşan dikin ku lihevkirinek di navbera wan de heye. Lê planên wan li Eyn Îsa, Til Temir û Qamişlo bi ser neketin. Lê dema ez dibêjim planên wan bi bin ketin, ne ku mebesta min, alozî bi dawî bûye. Lê belê alozî berdewam e û hê jî pirsgirêk hene. Lê planên wan ber bi binkeftinê ve ne."

Girêdayî mijarê, nûnerê herêma Firatê yê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xelîl Ebdo diyar kir ku hikumeta Şamê ev herêm hiştin û gelek caran eşkere kir ku ew dikare dev ji van herêman berde û tenê bajarên xwe parastin.

Ebdo da zanîn ku Rêveberiya Xweser herêm ji aliyê sazî û parastina pêkhateyên li bakurê Sûriyê ve bi pêş xist û bi alîkariya QSD’ê parastina xaka Sûriyê kir.

Ebdo di berdewama axaftina xwe de got: " Divê hikumeta Şamê baş bizane ku hêzên nîştimanî li bakurê Sûriyê hene û bi keda tevahî pêkhateyan hatine damezrandin. Ji ber ku ev hêz bûne çirayek ku gel din bin banê Rêveberiya Xweser de li ser dimeşe, da ku demokrasî û pirrengiya siyasî bi dest bixe û bigihîje Sûriyeke pirrengî ya nenavendî.

Tê zanîn ku hikumeta Şamê ya bi serkêşiya Partiya Baas xwe dispêre siyaseta yekpartiyê. Ev partî ji zêdetirî 50 salî ve li ser desthilatê ye, ji ber vê yekê qebûl nake ku tu kes bi wê re desthilatê parve bike. Bi wê re jî tevahî hewldanên MSD’ê hatin paşguhkirin.

 ‘ME EWLEHİYA ŞÊNIYAN PARAST Û ŞERÊ DAIŞ’Ê KIR’

Ebdo wiha diyar kir: "Me parastina aştiya navxweyî û aştiya cîhanê kirin, bi hevgirtina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me şerê hêzên tarî kirin û herêmên xwe bi rê ve birin."

Ebdo her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi her şêweyî û bi rêya afirandina fîtneyan di nava eşîran de dixwaza van herêman vegerîne, di vê yekê de xwe dispêre hêzên derve mîna Îran, dewleta Tirk, Rûsya û ji bilî çareya leşkerî tu rêyên din qebûl nake.

Xelîl Ebdo bi lêv kir ku hikumeta Şamê di dirêjahiya salên desthilatiya xwe de, hewl da tevahî pêkhateyên li Sûriyê biçûk bixe û fîtneyan di navbera wan de derxîne

 ‘SERHIŞKÎ, REDKIRINA DIYALOGÊ Û AJANKIRINA ŞANEYAN RÊBAZÊN HIKUMETA ŞAMÊ NE’

Di vê dema dawîn de, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed daxuyandibû ku dan û standinên bi hikumeta Şamê gihaştin rêyeke girtî. Ji ber li ser çareya leşkerî bi israr e.

Gelek kesên girêdayî hikumeta Şamê bang kirin ku divê şaneyên veşartî li hundirê herêmên Rêveberiya Xweser de werin çêkirin, da ku tevliheviyê çêkin û li dijî endamên QSD’ê sîuqast bikin. Li aliyekî din jî hewl dide bi rêya gefan eşîrên Ereb li dijî Rêveberiya Xweser sor bike.

Xelîl Ebdo di vê derbarê de wiha got: " Her tim hikumeta Şamê van bihaneyan diafirîne, tevliheviyê di nava pêkhateyan de çêdike, mîna sîuqastkirina hin rûspî û hin kesayetên ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê. Hikumeta Şamê her tim şaneyên xwe yên difikirên ku dê rejîm li herêmê veger, tev digerîne. Lê hêviya vegerê tune ye û tevahî hewldanên wê dê bi bin kevin. Ji ber tevahî pêkhate bi van hewldan û siyasetan dizanin."

Endamê Desteya Serokatî ya MSD’ê Xelîl Ebdo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hikumeta Şamê pişta xwe bi dewleta Tirk, Rûsya û milîsên Îranê xurt dike da ku desthilata xwe biparêze, li gorî peyman û fînansan Sûriyê firot Rûsya û Îranê. Li aliyekî din jî ji bo derbekirina projeya Rêveberiya Xweser lihevkirin di navbera wê û dewleta Tirk de hene. Lê heke desthilatiya wê nîştimanî bûya, dê bi Rêveberiya Xweser re bûya ya ku rêyên diyalogan vekiriye jê re vekiriye."

(fr)

ANHA