Balafirên Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê yên li Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin

Di êrişên Îsraîlê yên vê berbangê yên li ser rohilatê Sûriyê de, herî kêm 16 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Balafirên Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê yên li Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin
13 ÇILE, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê depoyên çekan û nuqteyên leşkerî li rojhilatê Sûriyê kirine hedef, di encamê de herî kêm 5 endamên hêzên hikumeta Şamê û 11 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin.

SOHR`ê daxuyand ku balafirên Îsraîlê zêdetirî 18 êrişên asîmanî li herêma ji bajarê Dêrazorê heta sînorên Sûriye-Iraqê li çolistana Bokemalê, pêk anîne.

Ajansa Sana ya hikumeta Şamê jî wiha da zanîn: “Şeva din Îsraîlê li bajarê Dêrazorê û herêma Bokemal a başûrê rojhilatê Dêrazorê, êrişên asîmanî pêk anîn."

Ajansa hikumeta Şamê diyar kir ku sîstema wan a parastina asîmanî bersiva êrişên Îsraîlê daye.

(cx)