Oldar: Dewleta Tirk ola Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar Tîne

Oldarên li Reqayê diyar kir dewleta Tirk hestê olî yê ciwanan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û gotin : "Divê ciwan nekevin xefka diruşmên olî. Ji ber ku dê piştre xwe di nava şerên ku tu berjewendiyên wan tê de tune ne, bibînin."

Oldar: Dewleta Tirk ola Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar Tîne
13 ÇILE, 2021   05:28
REQA-EHMED ELÎ

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ji destpêka krîza Sûriyê ve xwe spart xîtaba olî, komên çekdar ber bi xwe ve kişandin û wan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anîn.

Ev yek ji 2009’an ve di kongreya Davosê de pêk hat, dema di navbera Erdogan û serokê Îsraîlê ya wê demê Shimon Peres de axaftinên li dijî hev çêbûn. Bi wê re Erdogan, bi rêya xîtabên doza Filistînê û tevahî dozên Îslamê olî û ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî.

Fikira AKP’ê ya Îxwana El-Mislimîn e ku hin dewletên Ereb ew xistiye lîsteya terorê. Her wiha dewleta Tirk rêveberên vê tevgerê û yên li dewletên wan tên xwestin, hewandin.

Erdogan bi rêya xîtabên xwe hewl dide artêşê li ser bingeha olî û derfetgirtina hestiyariya olî, fireh bike. Her tim helwesta wî parêzvanê mislimanên sinî ye. Ew yek jî li gorî berjewnediyan, li Sûriyê û Lîbyayê sînê ye û li Ezerbaycanê şîeyî ye.

Di piranî dengên qeydkirî û dîmenên çeteyên sûrî yên ku ji bo şer çûne Azerbaycanê hatin eşkerekirin û ew hatine bikaranîn û derfetgirtin.

Di rastiyê de dewleta Tirk a dagirker bi ilmaniyê (laîk) bawer dike, lê ji bo mezinkirina artêşê hestên olî bi kar tîne, da ku bi rêya wê planên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê pêk bîne. Ev yek eşkere di solanên ku çete berz dikin eşkere dibin.

Ji berjewendiyên xwe, mizgefta Aya Sofya vekir, perestgeha Horî ya li Efrînê vegerand mizgeftê.

Gerînendeyê Nivîsgeha Fetweyan a Saziya Olî ya Reqayê Şêx Ebid Seîd Ferec da zanîn Erdogan bi sûcên xwe ola Îslamê reş kir û wiha got: "AKP’ê amûrek e di destê masoniya Cihû de ye ku ol bi kar anî û bi rêya hestên olî êriş ciwanan kir. Da ku berjewendiyên xwe pêk bîne."

Seîd Ferec wiha domand: "Divê ciwan nekevin xefka diruşmên olî. Ji ber ku dê piştre xwe di nava şerên ku tu girêdana wan tê de tune ye de bibînin."

Li aliyekî din jî gerînendeyê Nivîsgeha Hişyar û Şîretê ya Saziya Olî Şêx Ehmed Aronî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsa û sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qetilkirina zarokan, revandin û tecawîzkirina jinan û bikaranîna Erdogan a çeteyên sûrî, şermezar kirin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk balafirgeh û sînorên xwe ji tevahî çeteyan ji dewletên cîhanê re vekirin, piştevaniya wan a madî kir û veguhastin Sûriyê.

(fr)

ANHA