Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîd Hanî El-Neîme li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.

Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ
Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ
Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ
Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ
Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ
Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ
Li Hesekê şehîd Hanî El-Neîme hate oxirkirinِ
11 ÇILE, 2021   15:35
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hanî El-Neîme ku 8`ê Çileyê li kampa Holê şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan girtin û bi karwanekî erebeyan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya bakurê Hesekê.

Li goristanê, şervanên QSD, YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewalê sersaxî da malbata şehîd û wiha axivî: "Şehîdan di oxira parastina xaka welat de, xwe feda kirin, bi saya wan şehîdan îro hemû pêkhateyên herêmê bûne yek."

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî soz da gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên şehîdan ku dê armancên şehîdan pêk bînin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehîd Hanî El-Neîma xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.

(cx)

ANHA