Efrîniyan ji bo rizgarkirina Efrînê kamp veguherand navedên berxwedanê

Efrînî bi hêviya vegera li warên xwe berxwedana xwe didomînin û diyar dikin ku birêxistinbûn rêya tekane ya rizgarkirina kantona wan a dagirkirî ye.

Efrîniyan ji bo rizgarkirina Efrînê kamp veguherand navedên berxwedanê
Efrîniyan ji bo rizgarkirina Efrînê kamp veguherand navedên berxwedanê
Efrîniyan ji bo rizgarkirina Efrînê kamp veguherand navedên berxwedanê
Efrîniyan ji bo rizgarkirina Efrînê kamp veguherand navedên berxwedanê
12 ÇILE, 2021   08:20
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de bi awayekî hovane û bi balafirên şer êrişî kantona Efrînê kir. 3 sal di ser dagirkirinê û koçberbûna şêniyên Efrînê re derbas bûn.

Koçberên ji Efrînê yên li herêmên Şehbayê, li kampan û di malên hema wêranbûyî de li ber xwe didin, têkoşîn dikin ku dagirkeran ji warê xwe derxin û vegerin Efrîna xwe.

Çawa li Efrînê piştgiriya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel-Jin(YPG-YPJ) kirin, li Şehbayê jî ruxmî seqema zivistanê û germa havînê jî şênî bi awayekî birêxistinkirî berxwedana xwe didomînin û armanca wan a yekane jî vegera li warên xwe ye.

`JI BO KU EM VEGERIN DIVÊ EM XWE BI RÊXSITIN BIKIN Û BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN`

Kalemêrê bi navê Cemîl Elî Hemo (81) ji şêniyên gundê Şîtka yê navçeya Mabata ye. Piştî derketina ji Efrînê, niha li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dimîne.  Cemîl Hemo di der barê mijarê de wiha got: “Heke em bixwazin vegerin warên xwe, divê em xwe bi rêxistin bikin û berxwedana xwe bidomînin.”

Cemîl Hemo destnîşan kir ku hêzên dijberî gelê Kurd ji hezaran salan ve hewl didin gelê Kurd tune bikin, dîroka wî winda bikin, axa wî dagir bikin û parçe bikin.

Cemîl Hemo behsa rewşa li Efrînê ji destpêka aloziya Sûriyê ve kir û diyar kir ku Efrîn di dirêjahiya 8 salan de ji herêmên Sûriyê yên herî bi ewle bû û bi hezaran şêniyên Sûriyê ji ber şerên li bajarên xwe reviyan û xwe spartin Efrînê û got: “Efrîn bihuşta li ser erdê ye. Em bêyî wê nikarin bijîn. Ew gulistan e û tevahiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, êzidî û elewî hembêz dikirin.”

Cemîl Hemo îşaret pê kir ku dijminên gelê Kurd di sêrî de dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn dîroka Efrînê tune dike û çanda wê diçewsîne.

Apê Cemîl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me nizanîbû ku wê balafirên şer bi awayekî hovane êrişî bajarekî ewqas biçûk bikin. Ev êriş kîn û nefreta li hemberî gelê Kurd rave dike. Ez di sala 1940`î de ji dayik bûme, lê min tu şerekî hov mîna vî şerî nedît. Balafirên şer di 2 mehan de bajarekî biçûk topbaran kir.”

Apê Cemîl da xuyakirin ku şêniyên herêmê bê deng neman û wiha berdewam kir: “Dagirkeriyê nedizanî ku her kesek ji me bûye şervan û li hemberî wê li ber xwe dide. Wê bawer dikir ku di 3 rojan de dê bajêr dagir bike. Lê berxwedana şêniyên Efrînê 2 mehan dirêj kir.”

HEVKARIYA NAVNETEWEYÎ JI BO DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Apê Cemîl da zanîn ku civaka navneteweyî jî bi Tirkiyê re hevkar e ji ber ku dewleta Tirk li gel bêdengiya wê û hikumeta Şamê bi çekên giran û yên qedexekirî êrişî Efrînê kir. Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî bê cudahî jin, zarok û kesên temenmezin kirin hedef û komkujiyên li dijî mirovahiyê pêk anîn.

Apê Cemîl axaftina xwe wiha berdewam kir: “Êrişa li dijî Efrînê, bi erêkirina Rûsyayê û li beramberî lihevkirina wê ji bo valakirina Xûta rojhilat a li Şamê ji çeteyan û komployeke navneteweyî, pêk hat. Rêxistinên qaşo têkildarî mafên mirovan, bêdeng man û dewleta Tirk ji ber sûcên wê yên li dijî sivîlan li Efrînê muhesebe nekir.”

Apê Cemîl xuya kir ku dewleta Tirk a dagirker bermahiyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Heyet Tehrîr El-Şam ji tevahiya cîhanê anîn da ku şerê şêniyên Efrînê bikin û sûcan li dijî wan pêk bînin.

Apê Cemîl got şêniyên Efrînê piştî berxwedana 58 rojan bi darê zorê ji warên xwe ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn.

BERXWEDANA LI HEMBERÎ PLANÊN VALAKIRINA ŞEHBAYÊ

Efrîniyên ku ji warên xwe koçber bûne û  li Şehbayê bi cih bûne berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan û bi hêviya vegera li Efrînê û derxistina çeteyan, bi hev re li ber xwe didin.

Apê Cemîl dibêje: “Li vir di nava kampan û malên hema bêje wêrankirî de, ruxmî tevahiya hewldanên ku ji hêla dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê ve ji bo derxistina me ji Şehbayê, pêk tên jî em xwe bi rêxistin dikin.”

Apê Cemîl di berdewama gotinên xwe de piştast kir ku şêniyên Efrînê bi axa xwe ve girêdayî ne. Tevî dorpêça hikumeta Şamê û topbarana dagirkeriya Tirk a domdar li dijî kantonê jî tevahiya komployên ji bo valakirina Şehbayê hatin vala derxistin.

Apê Cemîl wiha berdewam kir: “Li Şehbayê jî gelek komkujî li dijî Efrîniyan pêk anîn, li navçeya Til Rifetê zarok hatin qetilkirin û li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê malbatek bi temamî hate kuştin. Dewleta Tirk a dagirker qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û koçberan dike hedef.”

Apê Cemîl beriya ku gotinên xwe bi dawî bike diyar kir ku şêniyên Efrînê yên ku li bajarê xwe mane, xwezaya Efrînê û cihên dîrokî jî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker nefilitîn. Dagirker darên zeytûnê qut dike, cihên dîrokî wêran dike û demografiya herêmê diguhere

Apê Cemîl Hemo di dawiya gotinên xwe de piştrast kir ku ew bendewarê vegera Efrînê ye û got ku ruxmî tevahiya hewldanên tunekirina wan jî lê berxwedana wan berdewam e. Apê Cemîl bang li Efrîniyan kir ku ji bo vegera li Efrînê misoger bibe, divê xwe bi rêxistin bikin û 20`ê Çileyê bikin roja mezinkirina asta têkoşînê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û dewletên komploger.

(şx)

ANHA