Bi boneya salvegera êrişên li ser Efrînê semînerek hate dayîn

Rewşenbîrên Efrînê bang li ciwanan kir ku ji rêbazên şerê taybet hişyar bin û asta têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk bilindtir bikin.

Bi boneya salvegera êrişên li ser Efrînê semînerek hate dayîn
11 ÇILE, 2021   15:49
ŞEHBA

Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwanan a herêma Efrînê bi boneya salvegera sêyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê semînerek li navenda yekitiyê ya kampa Serdem a li kantona Şehbayê organize kir. Bi dehan endamên Desteya Ciwanan beşdarî semînerê bûn.

/ar/uploads/files/2021/01/11/145625_asmt-hsn-5b1600x12005d.webp

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran Îsmet Hesen behsa dîrok ,erdîngarî û demografyaya Efrînê kir.

Hesen destnîşan kir ku firehiya kantona Efrînê 2 û 800 km e, bi hezaran Kurd li dijîn, ji ber ku bi av, xweza û çand û şûnwrên xwe dewlemend e, timaya dagirkeran lê zêde bûn, ji ber vê yekê xwestin niştecihên wê koçber bikin û demografya wê biguherin. Hesen got ku berxwedana wan ta rizgarkirina Efrînê berdewam e.

Îsmet Hesen bal kişand ser rola ciwanan  û ev tişt got: "Di pêvajoya aloziya Sûriyê de ciwanan roleke girîng di parastina xak û gelê xwe de lîstin û bi saya wan şoreşa Baku û Rojhilatê Sûriyê biser ket."

Hesen bang li ciwanan kir ku ji şertê taybet ku dagirker  dimeşîne hişyar bin û asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

/ar/uploads/files/2021/01/11/145701_wlyd-mhmd-5b1600x12005d.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Welîl helbestek bi navê "Keça Kurd" xwend.

/ar/uploads/files/2021/01/11/145724_aafysta-mstfa-5b1600x12005d.webp

Endama rêveber a Yekitiya Rewşenbîran Avesta Mistefa jî axivî bang li jin û ciwanan kir "Divê em dîroka 20'yê Çileyê an ku roja reş ku Efrîn hate dagirkirin ji bîr nekin, dagirker ji zanebûn û hêza me ya fikirî ditirse, ji ber vê yekê divê ku zanist û pênûsa me dîrokê binîvisîne."

Di dawiyê de pirtûk li ciwanan hatin belavkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yBYONPd2YPs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>