Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Reqa û gundewarên Dêrazorê di xwepêşandanan de, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha piştigiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
11 ÇILE, 2021   14:52
REQA

Xwepêşandana Reqayê ji hêla Partiya Sûriya Pêşerojê ve li gundewarên bakur hate orgenîzekirin. Bi sedan şêniyên gundewarê bakurê Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî, endamên şaxa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê û rûspyên eşîrên herêmê, beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji deriyê ketina bajarokê Kaltayê ber bi çerxerêya naverasta bajarokê ve dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, alên QSD û Partiya Sûriya Pêşerojê û pankartên şermezarkirina dewleta Tirk hatin hildan û diruşmeyên "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.

Xwepêşandan li çerxerêya naverasta bajarokê  rawestiyan û deqeyeke rêz hatin girtin.

Li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê cîgira meclisa partiya ya gundewarên bakurê Reqayê Nesîba El-Hesen, li ser navê  şêniyên Kalta serokê Mala Gel Îbrahîm  El-Yasîn, her wiha li ser navê rûspyên eşîrên herêmê Ayd El-Mihêmîd axaftin hatin kirtin.

Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet navçeya Eyn Îsayê hatin şermezarkirin û piştgiriya bi QSD'ê re li hemberî êrişan hate nîşndan.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê hate kirin ku li rex gelên herêmê bisekinin.

DÊRAZOR

Li bajarokê Zêban ê rojhilatê Dêrazorê jî bi dehan şênî,  di nav de şêx û rûspiyên eşîrên herêmên bi xwepêşandanekê diyar kirin ku ew li kêleka QSD`ê ne û bi projeya netewa demokratîk ve girêdayî ne.

Xwepêşandêrên ku di kolanên bajarok re geriyan, bi rêya dirûşmeyên xwe piştrast kirin ku gelên herêmê qebûl nakin ku mêtînger û dagirker derbasî vê xaka pîroz bibin, her wiha piştrast kirin ku hemû eşîrên Dêrazorê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ne.

Xwepêşandan li çerxerêya bajarok veguherî mîtîngê, li wir ji eşîra El-Bûcamil ê ji qebîleya El-Igêdat, şêx Dehîm Xelîl El-Şiwêş axivî û teqez kir ku eşîrên Dêrazorê girêdayî projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan ne û dê rê nedin dewleta Tirk an hêzên din ku aramiya herêmê têk bibin.

Şêx Xelîl El-Şiwêş bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin û dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsayê re bînin.

Piştre hevserokê Meclisa Zêban, Ebdulwehab Xidir El-Hac bi navê şêniyan daxuyaniyek da û teqez kir ku şêniyên herêmê hemû rengên destwerdana li kar û barên herêmê red dikin, her wiha destnîşan kir ku tekane rê ji bo parastina destkeftiyên gelên herêmê, berxwedan e.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi rêya piştgirîdayîna şaneyên veşartî ku bi dehan çalakiyên terorîst pêk anîn, hewl dide aramiya herêmê têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wekî eşîrên Dêrazorê em teqez dikin ku em li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk in ku ji ciwanên me pêk tê. QSD`ê terora li herêmê tune kirin û bi hezaran şehîd da. Em li dijî her aliyekî ku hewl dide tevlîheviyê derxe û xizmeta ajandeyên derve bike, bisekinin."

(dx/şx)

ANHA