‘Ji bo berxwedana li hemberî êrişan divê em piştgiriya QSD`ê bikin’

Çalakiya konvedanê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê ya bi dirûşma “Welat welatê me ye, parastin soza me ye, na ji dagirkeriyê re û em bi hev re welêt biparêzin” berdewam e.

‘Ji bo berxwedana li hemberî êrişan divê em piştgiriya QSD`ê bikin’
11 ÇILE, 2021   13:13
MINBIC

Îro endamên meclisên herêmî û xetên li bajêr û gundewarên wê, endamên meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê yên li navçeyan tev li çalakiyê bûn.

Di roja duyemîn a çalakiya de endamê meclisa Til Hozan Ehmed El-Hisên, hevseroka Meclisa Xeta El-Muhterêq Deleî El-Hisên, berdevka jinan a Meclisa Navçeya El-Heye û El-Bastî Xedîce El-Şewax, serokê Meclisa Navçeya Gundewarên Babê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El-Abo axivîn.

Axaftvanan sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên wê yên hovane yên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin.

Axêveran destnîşan kir ku ruxmî lihevkirinên agirbestê û hewldanên hêzên cuda ku aloziya Sûriyê çareser bikin, lê artêşa Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike û sûcan li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Her wiha axaftvanan banga piştgiriya jib o berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

Di çalakiyê de helbestvan Ehmed El-Yusif helbestek bi navê “Şoreşger” xwend.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê heta sibê bidome.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-bpRHLMOSVA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>