10 hezar pirtûk ji zanîngehên Rojava re hatin diyarîkirin

Komeke saziyên perwerdehî û çandî, weşanxane û akademîsyenên ji Silêmaniyê nêzî 10 hezar pirtûk pêşkêşî zanîngehên Rojava kirin.

10 hezar pirtûk ji zanîngehên Rojava re hatin diyarîkirin
11 ÇILE, 2021   12:34
QAMIŞLO

Komeke saziyên perwerdehî û çandî, weşanxane û akademîsyenên ji parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê gelek pirtûk pêşkêşî zanîngehên Rojava kirin.

Bi armanca pevguhartina tecrubeyan û bihêzkirina têkiliyên fikrî û çandî, Pirtûkxaneya Mam Celal Talebanî, serokê Zanîngeha Silêmaniyê, serokê Zanîngeha Selahaddîn, Peymangeha Mîrateya Kurdî, Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê û rojnameya Kurdistanî Niwê nêzî 10 hezar pirtûk ji zanîngehên Rojava re diyarî kirin.

Pirtûk dê li Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê werin belavkirin.

(dm)

ANHA