Komîteya Jinên Kedkar: Girtina Leyla Guven azadî û mafên mirovan binpê dike

Komîteya Jinên Kedkar bang li civaka navneteweyî kir ku der barê girtina Leyla Guven de erkên xwe bi cih bîne û piştrast kir ku girtina Leyla Guven azadî û mafên mirovan binpê dike.

Komîteya Jinên Kedkar: Girtina Leyla Guven azadî û mafên mirovan binpê dike
11 ÇILE, 2021   12:13
QAMIŞLO

Komîteya Jinên Kedkar a girêdayî Yekitiya Kedkaran a navçeya Tirbespiyê ya li kantona Qamişloyê girtina Leyla Guven bi daxuyaniyekî şermezar kir.

Ji rêveberên komîteyê Xewle Ebas Hisên daxuyanî xwend û wiha got: “Em sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinan ji kuştin, dîlgirtin û girtinê şermezar dikin.”

Xewle Ebas Hisên got siyaseta ku hikumeta Erdogan dimeşîne wê bi vîna gel û bi taybet vîn û berxwedana jinan têk biçe.

Her wiha Xewla Hisên bang li civaka navneteweyî kir ku der barê biryara girtina Leyla Guven de erkên xwe pêk bîne û da zanîn ku girtina Leyla Guven binpêkirina azadî û mafên mirovan e.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SI3dK6icMfY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>