Şaredariyên gel ên Hesekê û Ehdasê xebatên ronîkirin û sererastkirina rêyan didomînin

Şaredariya Gel a Hesekê bi rêjeya ji sedî 60 ji projeya ronîkirina kolanên sereke yên bajêr bi dawî kir. Şaredareya Gel a Ehdasê ya kantona Şehbayê jî dest bi projeya sererastkirina kolanên navçeyê kir.

Şaredariyên gel ên Hesekê û Ehdasê xebatên ronîkirin û sererastkirina rêyan didomînin
Şaredariyên gel ên Hesekê û Ehdasê xebatên ronîkirin û sererastkirina rêyan didomînin
Şaredariyên gel ên Hesekê û Ehdasê xebatên ronîkirin û sererastkirina rêyan didomînin
Şaredariyên gel ên Hesekê û Ehdasê xebatên ronîkirin û sererastkirina rêyan didomînin
Şaredariyên gel ên Hesekê û Ehdasê xebatên ronîkirin û sererastkirina rêyan didomînin
Şaredariyên gel ên Hesekê û Ehdasê xebatên ronîkirin û sererastkirina rêyan didomînin
11 ÇILE, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Jeneratoran û Kehrebeyê ya Şaredariya Gel a Hesekê bi rêjeya ji sedî 60 projeya ronîkirina bajêr bi dawî kir. Şaredariyê 200 lembe li ser rêyan bi cih kirin û 7 çerxerê sererast kirin.

Di çarçoveya projeyê de rêyên ji Çerxerêya Sebax heta Çerxerêya Mişêrfe piştre Qada Xito ya li taxa Nasre û ji Çerxerêya Itfaiyê heta Çerxerêya Sîna, piştre Çerxerêya Pira Bîrûtî ya li taxa Xiwêran û ji wir heta Çerxerêya Nesir hatin ronîkirin.

Berpirsên projeyê di Cotmeha 2020`an de dest bi rojeyê kiribû. Der barê vê yekê de endamê Komîteya Jeneretoran û Kehrebeyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Mistafa Hesen got: “Armanca me ew bû ku rêyan, kolanên sereke û çerxerêyên di nava bajêr de bên ronîkirin, da ku rûdana qezayên trafîkê û dizî kêm bibin û bajar xweşik bibe. Di rojên bê de dê proje temam bibe û rêya ji Çerxerêya Sînalko û ya Teleî heta pira Ezîziye were ronîkirin.”

ŞAREDARIYA GEL A EHDASÊ RÊYÊN NAVÇEYÊ SERERAST DIKE

Şaredariya Gel a navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê li gel derfetên kêm kolanên navçeyê bi kevirên spî sererast dike. Ev xebat bi koordîneya komînên navçeyê pêk tê.

Şaredariî kolanên 8 komînên li navçeyê sererast dike. Şêniyê bi navê Musa Osam spasiya şaredariyê û komînê kir, ji ber ku tevî derfetên kêm pêdiviyên şêniyan peyda dikin.

Hevseroka Komîna Duyemîn a navçeya Ehdasê Ebîr Mistefa der barê mijarê de got: “Em hewl didin pêdiviyên şêniyên komînê bînin cih. Şaredarî kolanên komînê restore dike da ku rê di zivistanê de nebe herî û zarok bi hêsanî biçin dibistanê û vegerin mala xwe. Her wiha ji bo ku tax paqij bimîne.”

Ebîr bi bîr xist ku kantona Şehbayê wêran bûbû û şêniyên Efrînê hewl didin ji nû ve taxan û avahiyan ava bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Ehdasê Mihemed Îbrahîm jî diyar kir ku wan li ser daxwaza şêniyan dest bi restorekirina kolanan kiriye. Îbrahîm piştrast kir ku ew ê hewl bidin pêdiviyên şêniyên peyda bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wUMl3hqYSjw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>