Rojnameyên erebî: Li Şamê aloziyeke nû ya sotemeniyê

Rojnameyên erebî yên îro der barê aloziya sotemeniyê li Şamê de nivîsî, her wiha geşdanên li Kendav, Lîbya û Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Li Şamê aloziyeke nû ya sotemeniyê
11 ÇILE, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DÎSA WELATIYÊN SÛRIYÊ KETINE DORA SOTEMENIYÊ’

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset nivîsî: "Berî ku aloziya benzînê, ku çar mehên sala dawîn li Sûriyê rû da, bi dawî bibe, Wezareta Petrolê ya Sûriyê ragihand ku pêleke nû ya aloziya benzînê dê rû bide, ev yek jî ji ber cezayên Amarîkayê ye. Wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê ji bo demekê, benzînê bi rêjeya ji sedî 17 û ya mazotê jî ji sedî 24 kêm bike.

Çavdêr dibêjin ku sedema sereke ya vê aloziyê zêdebûna êrişên DAIŞ`ê yên li herêmên çolistana Sûriyê û birîna rêya Dêrazorê ye.

Ev bû serê çend mehan li welêt pirsgirêka veguhastinê heye, ji ber kêmbûna mazotê û bihabûna benzînê, êdî buhayê gera teksiyan di hundirê bajêr de ji 500-1000 lîreyê bû 2000-3000 lîre. Jixwe mûçeyan karmendên dewletê ji 50 ta 80 hezar lîre ye, anku nêzî 20-30 dolaran e.”

‘QETERÊ ÇAV BERDAYE LIHEVHATINEKE KENDAVÊ KU ÎRANÊ BIGIRE NAVA XWE’

Der barê geşedanên li Kendavê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li gorî hin daxuyaniyên fermî û agahiyên ji çavkaniyên nêzî desthilatê, Dewha ne tenê dê helwesta xwe ya der barê Îranê de neguherîne, piştî lihevhatina bi çar dewletan re, lê belê dê hewl bide ku sûdên vê lihevhatinê bigihêjin hevalbendê wê yê herêmî Tehranê.

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman, di hevpeyvîneke li gel rojnameya Financial Times de got:"Lihevhatina Kendavê dê bandorê li têkiliyên Dewha û Tehran û Enqereyê neke" her wiha diyar kir ku têkiliyên her du welatan li ser rêgezên serweriyê û berjewendiyên nîştimanî ne.”

‘ÎXWAN PROJEYEKE TIRKIYÊ JI BO GURKIRINA ŞER LI ROJAVAYÊ LÎBYAYÊ’

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Wezîrê karên hundir ê hikumetaWîfaqê Fethî Başaxa ragihand ku ewê di demeke nêzîk de şerekî nû li rojavayê welêt li dijî komên ji derveyî desthilata Tirkiyê ne, dest pê bike. Hikumeta Wîfaqê wan koman wek homên terorîst bi nav dike. Van daxuyaniyên wezîrê karên hundir tevlîheviyeke mezin di nava lîbiyan de çêkir. Li gorî hin çavkaniyan fermandarên herêmên rojavayê Terabulsê jî kom bûn da ku helwesta xwe der barê şer de diyar bikin. Li gorî çavdêran dê ev şer bi giştî li dijî komên çekdar ên li dijî destwerdana Tirkiyê ne, were lidarxistin.”

‘EL-HERÎRÎ LI TIRKIYÊ YE; KAR E LÊ SIYASET E?’

Der barê serdana Seed El-Herîrî ya li Tirkiyê de rojnameya El-Exbar a Lubnanê nivîsî: "Serok Seed El-Herîrî çawa dikare Fransa, Îmarat û Tirkiyê bîne gel hev? Ji ber ku têkiliyên her sê welatan pir aloz in. Lê bersiva vê pirsê dê hêsan be, eger em zanibin ku sedema serdana Stenbolê "kesane” ye.”

Rojameyê her wiha nivîsî:"Serokê erkdar Seed El-Herîrî ji nişka ve çû Tirkiyê, hate diyarkirin ku serdaneke siyasî ye, ji ber ku beriya wê jî ew çûbû Fransa û Îmaratê."

Çavdêran diyar kir ku El-Herîrî Îmarat û Fransaî der barê sedemên serdanê de agahdar kirine da ku şaş neyê fêmkirin.

Li gorî hin çavkaniyan di hevdîtinan de mijara bendera Beyrûtê gotûbêj kirine, serokkomarê Tirkiyê jî gotiye ku ew dixwazin alîkariya ji nûve avakirinê bikin. Her wiha nivîsgha El-Herîrî jî ragihand ku wî bi serokê Tirkiyê re, çawaniya rawestandina hilweşîna aborî û ji nû ve avakirinê gotûbêj kiriye.”

(kn)