Li Sûriyê di 2020`an de nêzî 100 binpêkirin li dijî rojnamevanan pêk hatin

SOHR`ê nêzî 100 binpêkirin û zêdetirî 15 hewldan û bûyerên kuştinê li dijî çalakvan û rojnamevanan li herêmên Sûriyê di sala 2020`an de, belge kirin ku piraniya wan li herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de pêk hatin.

Li Sûriyê di 2020`an de nêzî 100 binpêkirin li dijî rojnamevanan pêk hatin
11 ÇILE, 2021   09:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi raporekê binpêkirinên li dijî çalakvan û rojnamevanên sûrî di sala 2020`an de, eşkere kirin. SOHR`ê got tengavkirina çalakvan û rojnamevanan bi rêya hemleyên binçavkirinê, qedexekirina karên wan û zextên li dijî wan dewam dikin, nexasim li herêmên serweriya hikumata Şamê û herêmên bi navê “hikumeta demkî” li Heleb, Reqa û Hesekê, her wiha li herêmên serwreriya “hikumeta Înqazê” li Idlibê ku di rêza yekê de ye.

SOHR`ê piştrast kir ku di sala 2020`an de li herêmên cuda yên Sûriyê zêdetirî 98 binpêkirinên wekî lêpirsîn, revandin, binçavkirin û gefxwarinan li dijî rojnamevanan pêk hatine. SOHR`ê got tenê li herêmên serweriya çeteyên “Tehrîr Şam” û komên din ên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin nêzî 69 binpêkirin pêk hatine, herêmên serweriya hikumeta Şamê jî di rêza duyemîn de tê û li wan herêman zêdetirî 25 binpêkirin pêk hatine.

SOHR`ê hin mînakên wan binpêkirinan bi bîr xistin û diyar kir ku di 5`ê Îlona 2020`an de piştî belavkirina raporeke li ser “rewşa kehrebeyê” û peyamên ku wekî xirab hatin binavkirin û tê de xebatên şîrketa kehrebeyê hate rexnekirin, hêzên hikumeta Şamê rojnamevanê bi navê Kînan Weqaf girt û xistin girîtgeha Tertûsê.

Di Tebaxa 2020`an de jî, çeteyên “Tehrîr Şam” li bajarê Atme yê bakurê Idlibê rojnamevanê amerîkî Daryl Lamont Phelps binçav kir.

SOHR`ê her wiha nêzî 15 çalakî û hewldanên kuştinê di sala 2020`an de belge kirin ku piraniya wan li herêma Idlibê û gundewarê wê û herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de bûn, di encama wan çalakiyan de 5 çalakvan hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn.

(cx)