Di teqîneke li Kabûlê de 3 kes hatin kuştin

Rojnamevan û berdevkê berê yê ‘Hêza Parastina Giştî ya Efganî’ ya girêdayî Wezareta Karên Hundir a Efganistanê tevî 2 kesên din di teqîneke li Kabûlê de hatin kuştin.

Di teqîneke li Kabûlê de 3 kes hatin kuştin
10 ÇILE, 2021   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya çend mehan ve li Efganistanê êrişên li dijî rojnamevan û kesayetên siyasî û hiqûqî zêde bûne.

Berdevkê Wezareta Karên Hund Tariq Eryan diyar kir ku rojnamevan Diyaa Wedan ku berê di gelek dezgehên çapemeniyê yên Efganistanê de kar dikir, tevî 2 hempîşeyên xwe di teqîneke li rojhilatê Kabûlê de hatine kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.

Heta niha tu aliyan êriş negirtiye ser xwe.

(cx)