Hêzên hikumeta Şamê û komên çete nuqteyên hev topbaran dikin

Vê berbangê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev ên li herêm Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê û komên çete nuqteyên hev topbaran dikin
10 ÇILE, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din û vê sibehê hêzên hikumeta Şamê herêmên li Fatîra, Kensefra, Sifohin û Bênên ên gundewarên başûrê Idlibê û Qelîdîn û Enkawî yên Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk jî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li çiyayê Zawiyê û Sehil Xab topbaran kirin, lê agahiyên girêdayî windahiyan bi dest neketin.

SOHR`ê duh ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê çiyayê El-Ekrad ê gundewarên başûrê Lazîqiyê digerîn û li derdora Kebanê êriş pêk anîn.

(cx)