Balafirên şer ên Rûsyayê 170 caran çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên Rûsyayê di 72 saetên derbasbûyî de zêdetirî 170 êriş li çolistana Sûriyê pêk anîn. Li aliyekî din şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê berdewam e.

Balafirên şer ên Rûsyayê 170 caran çolistana Sûriyê bombebaran kir
10 ÇILE, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê ev 2 roj e êrişên asîmanî li dijî çolistana Sûriyê li herêma Esriya, gundewarên rojhilatê Hemayê û çolistana El-Resafê ya li gundewarên Reqayê û El-Sixne ya li rojhilatê Humsê pêk anîn.

Hejmara êrişên asîmanî di 72 seatên dawîn de gihaşt zêdetirî 170’yan.

Ji aliyekî din ve jî şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê de didome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di şerê dawîn ê li herêmên El-Şakoziyê û El-Hercan çeteyên DAIŞ ji cihên ku berê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, vekişiya.

Li gorî SOHR'ê di 48 seatên dawîn de, di encama topbaran û şerê her du aliyan de, 12 çete û 19 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

(dm)