Vê carê bi xweparastinê rê li ber komkujiyên nû yên Sêfo tê girtin

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re da ku komkujiyên wekî komkujiya Sêfo ku sala 1915`an dewleta Tirk li ser Suryanan pêk anî, dubare nebin, gelê Suryan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî ava kir. Şervanên meclisê niha li eniyên Til Temirê bersiva êrişên dagirkeran didin.

Vê carê bi xweparastinê rê li ber komkujiyên nû yên Sêfo tê girtin
Vê carê bi xweparastinê rê li ber komkujiyên nû yên Sêfo tê girtin
Vê carê bi xweparastinê rê li ber komkujiyên nû yên Sêfo tê girtin
Vê carê bi xweparastinê rê li ber komkujiyên nû yên Sêfo tê girtin
Vê carê bi xweparastinê rê li ber komkujiyên nû yên Sêfo tê girtin
Vê carê bi xweparastinê rê li ber komkujiyên nû yên Sêfo tê girtin
10 ÇILE, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

Tevahî gelên herêmê ji komkujiyên Osmaniyan nefilitîn. Gelên Ermen, Suryan, Asûr û Keldan jî para xwe ji wan komkujiyan girt. Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve dewleta Tirk zêdetirî milyon û nîv welatiyên xiristiyan qetil kirin.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, Erdogan da ku gelên herêmê qir bike û ji warê wan bide koçberkirin, bi rêya çeteyan şerekî nû li dijî şêniyên herêmê da destpêkirin. Lê belê, gelên Suryan, Asûr û Keldan ji komkujiyên berê bi serê wan de hatine kirin, ders rakirin û dest bi avakirina hêzên leşkerî kirin ku xweparastin û parastina rewa ji xwe re esas girtin.

Di wê çarçoveyê de, gelê Suryan di 8`ê Çileya 2013`an de Meclisa Leşkerî ya Suryanî ava kir, da ku rê li komkujiyên nû bigire.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi awayekî sereke li gundên Suryan û Asûran ên bajarên Hesekê, Til Temir, Tirbespiyê, Dêrik û Qamişloyê bi cih dibin.

Di Îlona 2015`an de, Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi navê ‘Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên’ hêzeke leşkerî ya taybet bi jinan ava kir. Di Tîrmeha 2019`an de jî meclis bi ‘Qiwat Heres El-Xabûr’ re bû yek û ‘Meclisa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî’ ava kirin.

Melisa Leşkerî ya Suryanî yek ji komên leşkerî yên sereke ye ku Cotmeha sala 2015`an beşdarî damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû. QSD`ê li şûna tevahî cîhanê li dijî DAIŞ`ê şer kir û di Adara 2019`an de DAIŞ li xaka Sûriyê tune kir.

Di vê derbarê de, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Henna diyar kir ku Meclisa Leşkerî bi piştgiriyeke mezin ji pêkhateyên Suryan, Asûr û Keldan ava bû û got şervanên meclisê xwedî îrade ne û berpirsyariya parastina gelê Suryan û gelên din ên herêmê, girtiye ser xwe.

Henna destnîşan kir ku gelê Suryan ji yekitî û hevgirtina bi pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hêz girt û karîbû astengî û zehmetiyan derbas bike û di encamê de hêza xwe ya leşkerî ava kir.

OPERASYONÊN LEŞKERÎ KU MECLIS BEŞDARÊ BÛYE

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî beşdarî gelek opersayonên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bûn.

Meclis her wiha tevî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarokên Til Hemîs û Til Birakê di 26`ê Kanûna 2013`an de sekinîn û her du bajarok di Sibata 2015`an de rizgar kirin.

Hemwextî wê serkeftina li dijî DAIŞ`ê û komên din ên çeteyan ku bi fermanên dewleta Tirk tevdigerîn, DAIŞ`ê di dawiya Sibata 2015`an de gelek êrişên hov birin ser gundên Xiristiyanan ên li geliyê çemê Xabûrê yê herêma Hesekê, da ku bajarokê Til Temirê yê stratejîk ku Meclisa Leşkerî ya Suryanî hêza leşkerî ya sereke li wir bû, bi dest bixe. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û şervanên YPG, YPJ`ê êrişên çeteyan têk birin û rê nedan ku çete herêmê dagir bikin.

Hêzên meclisê di bin sîwana QSD`ê de beşdarî hemleya rizgarkirina Holê di 13`ê Mijdara 2015`an de û hemleya rizgarkirina Şedadê di Sibata 2016`an de bû, ku tê de 42 welatiyên Suryan ku di Sibata 2015`an di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser gundên Til Temirê de hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Yek ji girîngtirîn operasyonên leşkerî ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî di çarçoveya hemleyên tunekirina terorê de beşdar bûye, hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ye. Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên beşdarê hemleya rizgarkirina Reqayê bûn ku di 17`ê Cotmeha 2017`an hate rizgarkirin.

Hêzên meclise her wiha beşdarî hemleya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê bûn, ku di Îlona 2017`an de dest pê kir û heta Adara 2019`an dewam kir û di encamê de DAIŞ di aliyê cografîk de li Sûriyê hate tunekirin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî li kêleka şervanên YPG`ê beşdarî parastina bajarê Efrînê ji êrişên dagirkeriya Tirk bû, her wiha beşdarî hemleyên rizgarkirina gundewarê Tebqa, Bendava Tişrîn û bajarê Minbicê bû û gelên herêmê ji zilma çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di 6`ê Tîrmeha 2019`an de ji bo yekkirina rêxistinên leşkerî yên Asûrî û Suryanî li herêma geliyê Xabûrê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Heres El-Xabûr “Meclisa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî” ava kirin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena salvegera 8`emîn a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî li gelê Suryan û hemû gelên herêmê pîroz kir.

‘EW HEBÛNA DÎROKÎ YA SURYANAN DIPARÊZE’

Aram Henna got ji destpêka xirabûna rewşa ewlehiyê li Sûriyê ve, gelê Suryanî bi giştî êş kişand, ji ber vê pêwistiya demezirandina hêzeke leşkerî ji bo parastina gelê xwe û hebûna wê ya dîrokî rû da.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe di 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî di eniyên parastinê de, bi cih bû. Her wiha bersiva êrişên berdewam ên dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarokê Til Temirê û gundewarên Aşûriyan dide. "

Aram Henna diyar kir ku hêzên wan erka parastina cihên pîroz girtiye ser mile xwe û got: "Em dizanin ku heke çeteyên dewleta Tirk herêmê dagir bikin, dê dêrên li herêmê werin wêrankirin û şêniyên herêmê werin revandin, ji ber ku îdeolojiya wan a DAIŞ’ê ye.”

‘EM Ê BERXWEDAN Û PARASTINA DESTKEFTIYÊN HERÊMÊ BIDOMÎNİN’

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Henna destnîşan kir ku ji ber beşderbûna wan di hemleyên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û parastina herêmê ji êrişên çeteyên dewleta Tirk, ew xwedî hêzeke leşkerî ne. Her wiha soz da hemû gelên herêmê ku li hember gef û êrişan li ber xwe bidin û parastina destkeftiyên herêmê bikin.