'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan qetilkirina her sê têkoşerên Kurd hate şermezarkirin û hate gotin: " Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand û dîwarên girtîgehê nikarîn vîna wê ya azad têk bibirana. Sakîne jî nimûneya jina kurdistanî ya azad e.

'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
'Sakîne Cansiz erşê gardiyan hejand'
9 ÇILE, 2021   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 8’an a qetilkirina her sê têkoşerên Kurd (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan  û Leyla Şaylemez)  de li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina komkujiya li dijî wan têkoşeran li dar ketin.

QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 8’an a şehadeta her sê têkoşeran, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di êvara 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê li dijî her sê têkoşerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hovanetirîn komkujî pêk hat. MÎT’a Tirk û siyaseta wê ya faşîst ew komkujî pêk anî. Di encamê de her sê têkoşer gihaştin asta şehadetê, bûn sembola azadî û mûma ku rêya bi milyonan jinan ronî kiriye.

Têkoşer Sakîne Cansiz a ku bi kesayeta xwe ya bihêz û neqbûlkirina koletiyê tê nasîn, bi ken û bişirîna xwe erşê gardiyên xwe hejand û bû çavkaniya hêz û qehremantiyê ji her jinekê re. Dîwarên girtîgehê di dirêjahiya 10 salan de nikarîn vîna wê ya azad biçewisandana, bi wê re bû nimûneya jina kurdistanî ya azad.

Em wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera şehadeta 8’an a her sê têkoşeran  bi bîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku dê li ser rêça wan bimeşin û meşaleyên azadiyê heta pêkanîna azadiya jinan hildin."

REQA

Bi beşdariya bi dehan ciwanên Reqa û gundewarên wê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê sînavîzyonek li ser pêvajoyên jiyana her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêşanda.

Piştre Yekitiya Jinên Ciwan, daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Di 9’ê Çileya 2013’an de, MÎT’a Tirk li Parîsê her sê şoreşgerên Kurd qetil kirin, ew yek jî di encama berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan a ji 1999’an de ye. Ji ber hevrê Sakîne Cansiz ji damezrînerê PKK’ê bû û ji hêla tevahî jinên cîhanê ve wek pêşeng û şoreşgerek dihat nasîn, bandora wê li ser hêzên demokrasî mezin bû. Ji lew re hêzên komploger ew armanc kir.

Armanca vê komkujiyê, qelskirin û têkbirîna şoreşa jinan e, li aliyekî din jî, da ku bi rêya şikandina vîna jina azad şoreşa azadiyê têk bibin.

Pêkanîna komkujiyê li Parîzê, di encama krîza kapîtalîzmê ya cîhanê de pêk hat, lê ev komkujî bi nûnertiya dewleta Tirk a faşîst pêk hat, ji ber her tim hewl dide bi rêya afirandina krîz û komployên nû, xwe ji vê krîzê bi derxe.

Armanckirin hevrê Sakîne Cansiz, armanckirina tevahî têkoşerên azadî û jiyan bi rûmet in. Li gel wê armanckirina hevrê Fîdan Dogan tolhildana ji kesayeta Kurd a azad a ku planên wan qebûl nekiriye û armanckirina hevrê Leyla Şaylemez jî hedefkirina vîna ciwanên azad ên ku rejîmên desthilat û destpot red kirine.

Armanckirina her sê hevrêyan, di encama bernameyeke biplane û metod ji zihniyeta merdestiyê ye. Bi wê re bang li tevahî têkoşer û welatparêzên azad ên li tevahî cîhanê dikin ku serî hildin û banga adalet û muhasebkirina sûdaran bikin."

Têkildarî çalakiyên şermezarkirina komkujiya ku li Parîsê li dijî her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hatiye, Rêveberiya Jinan a Reqayê civînek ji jinên li bajêr re li hola civînan a şaredariya gel a bajêr bi beşdariya zêdetirî 300 jinan, li dar xist.

Di civînê de li ser jiyana her sê têkoşeran û rola wan a têkoşîna ji bo azadiya jinan hate nîqaşkirin.

ÇILAXA

Şêniyên navçeya Çilaxa meşeke girseyî ji bo şermezarkirina komkujiya ku li dijî her sê têkoşeran li Parîsê pêk hatiye, li dar xist.

Meş ji pêş çerxeriya Şehîd Mahsûm a naverasta navçeyê dest pê kir. Girêse pankaran"Na ji dagirkerî û qirkirinê re, bi hev re jin û jiyan biparêzin" hildan.

Meş li tevahî kolanên giştî gerî û li pêş keraca bajêr vegerî mîtîngê. Endama Kongreya Star Nizhet Seyfedîn, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Kenan Hiscên axivî û her sê têkoşer bi bîr anîn.

Di axaftinan de bêdengiya navneteweyî ya li dijî komkujiyê hate şermezarkirin û hate gotin ku her sê têkoşer bûn sembola azadiyê ya rizgarkirina tevahî jinên cîhanê.

(fr)

ANHA