Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê di roja 7`an de bi banga ji bilindkirina asta têkoşînê li dijî faşîzma dewleta Tirk bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê bi dawî bû
9 ÇILE, 2021   16:36
KOBANÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê ya bi armanca piştgiriya berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de ên di grevên birçîbûnê de û têkoşer Leyla Guven di roja 7'an de bi daxuyaniyekê bi daw bû. Konê greva birçîbûnê li qada şehîd Egîd a li bajarê Kobanê hate vegirtin.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan şênî û endamên Meclisa Malbaêtn Şehîdan hate xwendin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Heco bi zimanê kurdî xwend û endamê Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Firatê Arif Balî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev demeke dirêj e ku tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, rê nadin parêzer û malbatê ku pê re bicivin, li gel vê yekê da ku dema tecrîdê dirêjtir bikin hemû têkoşer û parlamantoyên Kurd girtin û wan îşkence dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca vê çalakiya li Kobanê, piştgiriya girtiyên Kurd ên di girtîgeha faşîzma Tirkiyê de bikin û tecrîda li ser rêbertî bişkînin û wiha hate gotin: "Divê gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û li dijî rejîmên diktator bisekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê da.

(eh)

ANHA