Şehîdên komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

Li bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi sedan jinan şehîdên komkujiya li Parîsê hatin bibîranîn.

Şehîdên komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2021   16:15
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Kongreya Star a kantona Hesekê bi civînekê şehîdên komkujiya Parîsê; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.  Civîn bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, bi hev re jin û jiyanê biparêzin" li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Endama Koodînasyona Giştî ya Kongreya Star Peyman Efrîn, nûnerên rêxistinan û tevgerên jinan, nûnerên saziyên û meclisên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Hola civînê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemilandin û ji bo bîranîna her 3 şehîdan mûm hatin vêxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê der barê jiyana her sê têkoşeran û berxwedana wan a li hemberî zilm û û faşîzmê de sinevîzyonek hate pêşandan.

Endama Koodînasyona Giştî ya Kongreya Star Peyman Efrîn axivî û destpêka axaftina xwe her sê şehîd bi bîr anîn û îşaret bi têkoşîn û berxwedana wan a li dijî siyasetên çewisandina gelên bindest kir û wiha pê de çû:"Têkoşîna  şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê gef li siyaseta dewleta Tirk a faşîst dixwar, ji lew ra gelek caran şehîd Sakîne digirt."

Peyman Efrîn di berdewamiya gotina xwe de anî ziman ku qetilkirina her sê jinên şoreşger hewldana têkbirina vîna gelan bi giştî û ya jina azad bi taybet bû.

Peyman Efrîn diyar kir ku armanca dewleta Tirk şikandina berxwedan û vîna jinan e û got: "Jinên ku li Parîs û Silopî hatin qetilkirin jiyana xwe fedayî rizgarkirina gelê Kurd kiribûn. 

Di dawiyê de Peyman bang li gel, rêxistinên jinan û jinên ciwan kirin ku bi erka xwe rabin û li dijî êrişên ku vîna gel nexasim jinan dikin armanc bisekinin.

Di dawiya civînê de slogan "Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin.

(eh)

ANHA