Li Minbicê li dijî êrişên dagirkeriyê konê çalakiyê hate vegertin

Li bajarê Minbicê bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên konvedanê ji bo 4 rojan hate vedan.

Li Minbicê li dijî êrişên dagirkeriyê konê çalakiyê hate vegertin
9 ÇILE, 2021   16:01
MINBIC

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  nexasim êrişên li ser navçeya Eyn Îsayê, îro Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşeroja Sûriyê bi dirûşmeya "Welat welatê me ye û parastin soza me ye, na ji dagirkeriya Tirkiyê re, bi hev re em  parastina welat"  konê protestokirinê vegirt.

/ar/uploads/files/2021/01/09/135422_abrahym-alqftan.webp

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, şêx, rûspî û ciwanên şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Meclisa Pêşeroja Sûriyê yên Minbicê û Reqayê beşdarî bin çalakiyê bûn.

Bernameya çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm Qeftan axivî û got  ku Tirkiyê dixwaze rûbera dagirkeriyê berfirehtir bike da ku împaratoriya Osmanî zindî bike. Qeftan bang li gelê Sûriyê li dijî vê hişmendiya dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Qeftan diyar kir  ku dewletên li ser xaka Sûriyê  bi nakok in parastina berjewendiyên xwe dikin û divê gelê Sûriyê parastina berjewendiyên xwe bikin.

/ar/uploads/files/2021/01/09/135441_adnan-khlyfh.webp

Serokê Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê Minbicê Ednan Xelîfa jî axivî û destnîşan kir ku ciwan hîza herî aktîv di civakê de ne, bi taybet di van mercên zehmet de divê destekê bidin QSD'ê û li hemberî planên dagirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin.

ꞌDIVÊ HÊZÊN NETEWEYÎ HELWESTEKÊ NÎŞAN BIDINꞌ

/ar/uploads/files/2021/01/09/135452_mna-alkhlf.webp

Cîgira Serokê Partiya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Muna Xelef jî axivî û wiha got: "Em bi hêvî ne ku gelê Sûriyê di diyarkirina çarenûsa xwe de xwedî helwest be û bi  rêya diyalogên siyasî dawî li vê aloziyê bîne, her wiha divê hêzên niştimanî yên li Sûriyê ji bo dawîkirina van sûcan tê bikoşin û li dijî dagirkeriyê bisekinin."

Tê payîn ku konê çalakiyê 4 rojan vegirtî bimîne.

(eh)

ANHA