Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan

Bi boneya salvegera 8`an a komkujiya Parîsê, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û komkujî şermezar kir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranîna Sakîne, Leyla û Fîdan
9 ÇILE, 2021   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvgera 8`an a şehîdxistina her sê têkoşerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û komkujiya li dijî wan şermezar kir. Şêniyan banga berdewamkirina berxwedanê li dijî dewleta Tirk û planên wê, kir.                                                                          

QAMIŞLO

Bi banga Kongreya Star û bi dirûşma “Na ji dagirkirî û qirkirinê re bi hev re em jinan û jiyanê biparêzin”, şêniyên Qamişlo tev li meşeke girseyî bûn. Meş ji çerxerêya Şerq destpê kir. Şêniya wêneyên her sê têkoşeran û têkoşer Hevrîn Xelef û yadê Eqîde hildan û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan.

Li goristanê piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Kongreya Star Munîce Heyder axivî û got: “Em tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin, em komkujiya li dijî her sê têkoşerên ku bûn sembola jinên azad û têkoşer şermezar dikin.”

Munîce destnîşan kir ku têkoşer Sakîne bi kesayeta xwe ya xurt û pêşeng dihatin naskirin ku wê koletî qebûl nekir. Bi berxwedana xwe dîrokek bêhempa xêz kir û li dijî zihniyata mêran û tevahiya êrişên hundirîn û derve li ber xwe da.

AMÛDE

Bi sedan şêniyên navçeya Amûde bi heman mebestî daketin qadan. Girseya gel ji Qada Şehîd Cîhad a li navrasta navçeyê ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan. Li qadê endama rêveber ên Kongreya Star  Xelat Mele Îbrahîm axivî û her sê têkoşerên jin bi bîr anîn.

Xelat di nava gotinên xwe de komkujiya ku di 9`ê Çileya 2013`an de pêk hatî û sûcên dewleta Tirk ên ku di radeya yekemîn de jinan dike hedef, şermezar kirin.

TIL BIRAKÊ

Li navçeya Til Birakê jî komkujiya li dijî her sê têkoşerên jin hatin şermezarkirin. Şêniyan ji çerxeriya Firin ber bi çerxeriya Şehîdan ve ya li navrasta navçeyê meşiyan.

Şêniyan sloganên dilsoziya bi şehîdan re û mezinkirina têkoşînê berz kirin û wêneyên her sê têkoşeran û alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hildan.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Henen Silêman axivî û komkujî şermezar kir. Henen soza şopandina rêya her sê têkoşeran da û got: “Em bi rêzdarî şehîd Sakîne Cansiz û tevahiya şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin. Tolhiladn û berxwedan soza me ye. her sê têkoşeran ji bo rizgarkiriya jinan canê xwe feda kir.”

Henen sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan bi giştî şermezar kirin û bang li rêxistinên jinan kir ku asta têkoşînê mezin bikin û li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1QA2xv5YFO4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Kongeraya Star û meclisa malbatên şehîdan bi armanca bîranîna her sê têkoşeran civînek li Navenda Çandê ya navçeya Til Hemîs li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka Meclisa Navçeyê Coze El-Hasûd axivî û komkujiya li Parîsê şermezar kir û got:" Armanc ji komkujiya dijî her sê têkoşeranSakîne, Leyla û Fîdan ew e ku destkeftî û vîna jinan bişkînin."

Endama rêveber a Kongeraya Star a navçeya Til Hemîs Rojda Hesen axivî û bal kişand ser berxwedana Sakîne Cansiz di girtîgehê de kir û got:" Sakîne di 1982'yan hat girtin û 13 salan di girtîgehên Tirkiyayê de ma, armanc ji girtinê wê ew bû ku vîna jinan bişkînin. Lê armanca dewleta tirk pêk nehat û vîn û îsrara şehîd Sakîne zêdetir bû".

Piştî wê sînevîzyonek ser jiyana têkoşer Sakîne Cansiz û hevalên wê hate pêşkêşkirin.

TIRBÊSPIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbêspiyê ji Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê komkujiya li dijî hersê jinên têkoşer Sakîne, Fîdan û Leyla şeremzar kir.

Beşdaran pankartên " Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê bi hev re jin û jiyanê biparêzin ", wêneyên têkoşer Sakîne û hevalên wê û alên Kongeraya Star hildan û siloganên ku berxwedana jinan silav dikin, berz kirin.

Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir û li kolanên sereke geriyan û li beşa rojavayê ya navçeyê bi dawî bû.

Endama rêveber a Kongeraya Star Klara Aradsa axivî û destnîşan kir ku "Hewl dan bi rêya vê komkujiyê îradeya jinên azad bişkînin. Lê em li vir komî bûne da ku ji dagirkeran re îsbat bikin ku em şopdarên xeta wan in û wan tu carî ji bîr nakin."

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî bi sedan jin bi meşekê her sê jinên şoreşger bi bîr anîn.

Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir û li naverasta naveçeyê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne, Fîdan û Leyla hatin hildan û pankarên bi nivîsên "Jinên şoreşger heta azadiyê tê dikoşin, na ji dagirkerî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" hatin vekirin.

Di mîtîngê de hevseroka Meclisa herêma Dêrikê Zelfa Bidûr axivî, di şexê şehîd Sakîne, Leyla û Fîdan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got:"Mîna vê rojê li Fransa ya ku îdiaya demokrasî û mafên mirovan dike, komkujiyeke li djiî sê jinên şoreşger hate kirin. Ev komkujî li pêşiya çavê raya giştî çêbû, lê heya niha Fransa bêdeng e."

Zelfa Bidûr got ku ew hêza xwe ji berxwedana her sê jinên têkoşer digirin û soza şopandina xeta şehîdan da.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên Dêrikê li çiyayaê Qereçox şehîdên Parîsê bi bîr anîn. Şêniyên wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê û komkujiyê Hilincê, têkoşer Leyla Guven hildan û pankartên "Na ji dagirkirin û qirkirinê re..Bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" vekiribûn.

Bi navê Kongreya Star Xaliya Elî axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji jinên azad û jinên çalakvan ditirse, hewl dide bi hemû rêbazan bi girtin û qetilkirinê îradeya jinên azad bişkîne."

Xaliya Elî  bidomdarî got: " Şehîd Sakîne ji jinên destpêkê bû yên ku perdeya adetên paşverû qetad û bend şikand, giranî da du armancên sereke; avakirina jiyaneke azad û jinên azad."

Xaliya bal kişand ser berxwedana Leyla û Fîdan û çalakiyên wan ên siyasî û doplomasî di qada Ewropayê de.

Xaliya Elî bang li hemû jinan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Şêniyên kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê bi diruşmeya  "Qetilkirina jinên têkoşer Sakîne, Fîdan û Leyla qetilkirina hemû jinên têkoşer ên cîhanê ye" da ketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kir.

Meş li deriyê ketina kampê sekinî, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre berdekva Kongreya Star a kampa Serêkaniyê Gulîstan Mihemed axivî û got: "Têkoşer Sakîne Cansîz û hevalên xebateke mezin di warê birêxistinkirina gel de lîst. Komkujiya ku li Parîsê li dijî wan hate pêkanîn bi destê desthilata Tirkiyê bû ku xwest bi vê yekê îradeya jinên têkoşer ên azad bişkînin."

 Bi navê Meclisa Kampa Waşûkanî Eyşe Mihemed qetilkirina hersê jinên têkoşer şermezar kir û got: " Her sê jinên şoreşger ji bo meşeleya azadiyê ne."

Bi navê Komîteya Çand û Hunerê ya Kampa Serêkaniyê axaftin hate kirin.  Di axaftinên de bal hat kişandin ser rola her sê jinan di dîroka têkoşîna azadiyê û pêkanîna aştî û belavkirina ramanê azad de û hate gotin ku armanca komkujiya Parîsê têkbirina şoreşa jinên azad e.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî bi heman armancê meşek bi beşdarbûna bi sedan kesî hat lidarxitin. Di meşê de pankartên şermezarkirina komkujiyê, wêneyên her sê şehîdan Sakîne, Fîdan û Leyla û alên Kongreya Star hatin hildan.

Meş li kolanên sereke yên navçeyê geriya û li kolana çerxerêya Kehrebe veguherî mîtîngê. Bi navê Kongreya Star endama rêveber a kongreyê Gulîxan Dahir her sê jinên têkoşer bi bîr anîn û bal kişand ser berxwedana wan a parastina jin. Gulîxan Dahir got, dewleta Tirk bi rêya hedefkirina jinan hewl dide îradeya jinên azad bişkînin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê xeta her sê şehîdan bişopînin û bang li civaka navneteweyî kir ku siyasetên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên li dijî jinan rawestînin.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî qetilkirina her sê jinên şoreşger meşek li dar xist. Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a li navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.

Di meşê de pankartên şermezarkirina dewleta Tirk, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan. Meş li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û berxwedana jinan hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û li vir deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Kongreya Star a navçeyê Mîdiya Dirbêsiyê axivî û wiha got: "Şoreşger Sakîne Cansîz a ku ji komkujiya Dêrsimê rizgar bû, di tevgera rizgariyê ya şoreşgerî de azadiya xwe dît û di nava êş û azarên komkujiyê de mezin bû. Sakîne Cansîz ji jinên destpêkê bû yên ku bi vîn û baweriya xwe di girtîgehên faşîzma Tirkiyê de li ber xwe da."

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi diruşmeya  "Bi rihê berxwedana Sarya em ê faşîzm û dagirkeriyê" daketin qadan û komkujiya Parîsê ya li hemberî her sê jinên têkoşer şermezar kirin. Meş li qada Jina Azad a bajarê Kobanê ber bi qada Şehîd Egîd ve dest pê kir.  Çalagerên di greva birçîbûnê de tev lî meşê bûn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl wiha got: "Destên dewletên derve di komkujiya Parîsê de heye. Ev komkujî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker jinên ku xeta şehîd Sakîne Cansîz dişopînin, dike hedef, mîna komkujiya li Helincê ya li dijî sê jinên têkoşer mînaka vê yekê ye .

Her wiha bang li hemû jinan kir ku li hemberî dewleta faşîst dengê xwe bilind bikin û bêjin na"

ŞEHBA

Li Şehbayê jî bi pêşengtiya Kongreya Star a herêma Efrînê meşek ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li ber xeta Tirênê ya navçeya Ehdasê kom bûn, wêneyên her sê şehîdên Parîsê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û Kongreya Star hilda bûn, her wiha pankartên "Bi rihê berxwedana Serdemê û Rumetê em ê asta şoreşê bilind bikin û komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî têk bibin", " Em tecrîd û faşîzmê şeremzar dikin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin" û "Bi rihê jina azad em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" vekirin.

Meş li qada gundê Maratê sekinî û deqeyeke rêz hate girtin. Endama rêvebe a Kongreya Star a navşeya Ehdasê Gulê Mihemed axivî, şehîd Sakîne Cansîz û hevalên wê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan da.

Hevserokê Meclisa Navçeya Ehdasê Şêx Murad jî axivî û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de silav kir.

Her wiha got, "Em şêniyên herêma Efrînê piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê û dibêjin ku em bi girtiyên siyasî re ne."

HELEB

Li Helebê jî bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn.

Meşa ku bi pêşengtiya Kongreya Star hatibû lidarxistin li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.

Girse  alên Kongreya Star û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan rakirin.

Meş bi slogan "Bi rihê berxwedana Sakîne, Leyla û Fîdan em ê rêber Apo rizgar bikin" dest pê kir, li kolanên taxê geriyan û sloganên hesabxwestina ji kujer û sûcdaran re hatin berzkirin.

Meş li pêşiya çerxerêya şehîd Gulê Selmo sekinîn. Li vir deqeyeke rêz hate girtin, paşê endama Rêveber a Kongreya Star Fatima Hesen axivî û îşaret bi bilindkirina asta têkoşînê, eşkerekirina rastiya îstixbarata Tirkiyê di vê sûcê kirin.

Fatima Hesen bang li hemû jinan kirin ku xeta şehîd Sara û hevalên wê bişopînin da armanca wan a rizgarkirian civak û Kurdistanê bi cih bînin.

Fatima Hesen di dawiya gotina xwe de soza şopandina rêya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û bilindkirina asta têkoşînê da ku rêber Abdullah Ocalan rizgar bibe.

ANHA