SOHR: Li Lîbyayê sextekarî di nava çeteyên dewleta Tirk de belav e

Serçeteyên Sûriyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker siyaseta cudakirinê di nava endamên xwe de bi kar tînin. SOHR`ê got ku asta nakokiyê di navbera çeteyên dewleta Tirk de li Lîbyayê berdewam e.

SOHR: Li Lîbyayê sextekarî di nava çeteyên dewleta Tirk de belav e
9 ÇILE, 2021   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku li Lîbyayê di nava çeteyên alîgirên Tirkiyê de nakokî ji ber sextekarî û qutkirina fonên wan de hene.

Li gorî SOHR`ê ev rewş ji bilî çeteyên Turkmen ji tevahiya komên çeteyan re derbasdar re, dan û standin bi awayekî baş bi çeteyên Turkmen re tê kirin nexasim ku serçete Turkmen be.

SOHR`ê wek mînak bi bîr xist ku 500 dolar ji fonê çeteyê Turkmen tê qutkirin lê duqatî vê miqdarê ji çeteyên ne Turkmen tê qutkirin.

Ev sextekarî li dijî komên Hemze, Silêman Şah, Eniya Şamiye, Lîwa Mutasim, Lîwa Semerqend, lîwa Şemal û Artêşa Îslamê tê kirin.

 (şx)