Artêşa Tirk duh bi şev gundê Mişêrfê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev bi dijwarî gundê Mişêrfê yê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.

Artêşa Tirk duh bi şev gundê Mişêrfê topbaran kir
9 ÇILE, 2021   05:59
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev bi dijwarî gundê Mişêrfê yê 3 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.

Nûçegihan da zanîn ku di nava nîv saetê de derdora 40 topî li dora navçeyê ketine.

ANHA