'Ji roja yekemîn a dagirkirinê ve çeteyan di malên me de bi cih dike'

Koçberên ji Serêkaniyê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker ji roja yekemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve çeteyên DAIŞ'ê li malên me bi cih dikin. Armanca wê hêviya şêniyan a vegerê qut bikin."

'Ji roja yekemîn a dagirkirinê ve çeteyan di malên me de bi cih dike'
9 ÇILE, 2021   03:23
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewldana guhartina demografiya herêmên Sûriyê dike. Bi darê zorê şêniyan koçber dike û malbatên çeteyan li malên wan bi cih dike.  Li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî bi cih dike û nasnameyan ji wan re derdixîne.

Şêniya bi navê Leyla Hec Kerio der barê mijarê de axivî û got:"Ji kêliya dagirkirina bajar û derketina me ve, em matmayî man ku dewleta Tirk malên me diyarî çeteyan kirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, bijîşkekî daiş'î di mala me de hate bicihkirin ku wî jî malbata xwe ji Tirkiyê anî û lê bi cih kir mîna ku milkê wî ye. Ez ji wan re dibêjim gelekî şad nebe, dawiyê her tiştî wê were, dê rojeke were û em ê we ji mala xwe derxînin."

Leyla Hec Kerio diyar kir ku derketina wan ji malê nayê wateya ku wan dev ji fikira vegera li malên xwe berdane.

Leyla anî ziman ku ew ji bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya der barê bicihkirina çeteyan ji malên re û ji guhartina demografiya herêmên dagirkirî re matmayî ye.

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Zozan Hisên jî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi darê zorê ew ji malên wan derxistine da ku çeteyan lê cih bike û wiha got: " Dema êrişan em neçar man ku 3 rojan li çolê bimînin û hêviya bidawîkirina şer dikirin da ku li malên xwe vegerin. Ji ber ku mirov bê mal û xak bê kok e jî û ya herî zehmet jî kesek koka mirov bibire da ku koka terorîstan bipişkive.

Zozan Hisên anî ziman ku armanca ji bicihkirina malbatên çeteyan ew e ku malên kurdan dagir bikin.

Zozan Hisên wiha dawî li gotinên xwe anîn: " Çawa çete dikarin li malên xeynî xwe bijîn!, ma gelo nafikirin ku  wê rojekê were û ji van malan derkevin? Ji roja ku em ji bajêr derketine ve tekane xwesteke me ew e ku li malên xwe vegerin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9E-vs1FYaLw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>