''Biskilêtekî dixwazim''; Însyatîfeke parastina jîngehê ye

Jinên ciwan ê ji Qamişloyê bi armanca paqijgirtina jîngehê, hêsankirina çûn û hatinê û teşwîqkirina bikaranîna biskilêtan, însiyatîfa "Biskilêtekî dixwazim" dan destpêkirin.

''Biskilêtekî dixwazim''; Însyatîfeke parastina jîngehê ye
''Biskilêtekî dixwazim''; Însyatîfeke parastina jîngehê ye
''Biskilêtekî dixwazim''; Însyatîfeke parastina jîngehê ye
''Biskilêtekî dixwazim''; Însyatîfeke parastina jîngehê ye
''Biskilêtekî dixwazim''; Însyatîfeke parastina jîngehê ye
''Biskilêtekî dixwazim''; Însyatîfeke parastina jîngehê ye
9 ÇILE, 2021   04:37
QAMIŞLO

Însiyatîfa "Biskilêtekî dixwazin" beriya çend hefteyan ji aliyê rojnamevana rojnameya Ronahî Mîdya Xanim û pêşkêşvana bernamyekî di kanala ÇIRA TV `ê de Şînda Ekrem ve hate destpêkirin.

Armanca însiyatîfê ew e ku parastina jîngehê û sivikkirina qerbalixa trafîkê ya ji ber zêdebûna hejmara erebayan e.

Însiyatîfa ku bi du jinan dest pê kir, piştî çend rojan bû tîmeke jinan a ajotina biskilêtan. Tîm ji 15 jinan pêk tê û deriyê beşdarbûnê li pêşiya tevahî jinan vekirî ye.

Endamên tîmê ku temenê wan di navbera 18 heta 35`an de ye, her hefte rojên înê û yekşemê perwerde dibin, da  ku di pêşerojê de pêşbirkekê li dar bixin.

ꞌMIN BI TENA XWE DEST PÊ KIRꞌ

Şînda Ekrem a ku însiyatîf dest pê kiriye diyar kir ku wê di sala 2017`an de dest bi ajotina biskilêtê kiriye.

Têkildarî zehmetiyan Şînda Ekrem got: "Rastî gelek zehmetî û rexneyan hatim, ji ber ku civak mijara ku jin biskilêtê baijo red dike. Lê min zehmetî derbas kirin."

Yekitiya Werzîşê ya Kantona Qamişlo biskilêt ji tîma jinan re dabîn kir. Şînda Ekrem banga piştgiriya zêdetir ji saziyên kar û barên jinan dikin kir.

Cîlan Mihemed jî yek ji beşdarên însiyatîfê ye, kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Dema min ev însiyatîf bihîst zêde kêfxweş bûm,  ji ber ku ji zaroktiya xwe ve ji biskilêtan hez dikin."

(eh)

ANHA