Biden McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur destnîşan kir

Hate ragihandin ku serokê hilbijartî yê DYA'yê Joe Biden, nûnerê berê yê Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur erkedar kir.

Biden McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur destnîşan kir
8 ÇILE, 2021   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "New York Times" û "CNN" ragihandin ku McGurk wekî rêveberekî payebilind ê Konseya Ewlehiya Neteweyî bo Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur hat hilbijartin.

McGurk salan 2018'an li dijî biryara Trmup a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ji erka nûnerê DYA'ê yêdi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de îstîfa kiribû û ji rexnegirên êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

ANHA