Li Holê çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin

Li kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di encamê de şer ket. Çeteyê ku êriş kir xwe teqand.

Li Holê çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin
8 ÇILE, 2021   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çakvaniyan ji kampa Holê dane, endamekî şaneyên DAIŞ'ê ku li kampê sûcên kuştinê pêk dianî hate kuştin.

Çavkaniyan diyar kirin li ser îsbatên ku endamekî şaneyên DAIŞ'ê li bêşê 4'an a kampê sûcên kuştinê pêk tîne, Hêzên Ewlekariya Hundirîn çalakiyeke girtina serde beşê 4'an li kampê pêk anîn. Li gorî heman çavkaniyan çeteyê DAIŞ'ê gule li hêzên ewlekariyê reşandin û di navbera herdu aliyan de şer derket. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û yek din jî birîndar bû.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku  çete piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dorpêçkirin xwe teqand.

Piştî bûyera kuştina serokê melisa sûrî Hemed Salih Hedîd (Ebû Ehmed El-Şemerî) û birîndarbûna kurê wî  roja Înê ya di êrişa ji aliyê kesên ne nas ve li kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di seferberiyê de ne.

Di demên dawî de bûyerên kuştinê li kampa Holê zêde bûne, di 3 rojên dawî de 7 kes hatin kuştin.

ANHA