​​​​​​​DYA'yê ceza li serokê Heşdî El-Şabî birî

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li serokê Desteya Heşid El-Şabî Falih El-Feyad birî.

​​​​​​​DYA'yê ceza li serokê Heşdî El-Şabî birî
8 ÇILE, 2021   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê  di daxuyaniyekê de got: "El-Feyad beşek ji şaneya aloziyê ye ya ku ji fermandarên Heşid El-Şabî pêk tê ya ku di dawiya sala 2019'an hate avakirin da ku bi desteka Pasdarên Îranê mudaxeleya xwepêşandanên li Iraqê bike."

Her wiha destnîşan kir ku endamên hêzên Şehid El-Şabî yên alîgirên Îranê girtina çalakvanên siyasî yên li Iraqê yên ku banga hilbijartinên azad, hikumeteke paqij û rêzgirtina mafên mirovan dikin, didomînin.