Jinên ciwan şehîdên Parîs, Silopî û Helincê bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê şehîdên komkujiyên Parîs, Silopî û Helincê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi bîr anîn.

Jinên ciwan şehîdên Parîs, Silopî û Helincê bi bîr anîn
8 ÇILE, 2021   17:45
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi boneya salvagera 8'an a şehadeta jinên têkoşer Sakîne Canîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan merasîmê bîranînê li dar xist.

Jinên ciwan mûm li ber wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê, şehîdên gundê Helincê ya Kobanê Zehra Berkel, Emîna Weysî û Hebûn Mele Xelîl, her wiha şehîdên komkujiya Silopî pêxistin.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xunav Xelîl axivî û got: "Komkujiya Helincê ya li dijî sê jinên têkoşer berdewama komkujiya Parîsê ye. Dijminên jiyan û azadiyê nahêlin ku jin bi şoreş û têkoşîna xwe rabe. Divê tevahî jinên cîhanê rastî û girîngiya têkoşîna şoreşgerî nas bikin û heta azadiya tevahî jinên cîhanê tê bikoşin."

Piştre senevîzyoneke li ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hate pêşandan.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin " bi dawî bû.

ANHA