Komîteya Şopandinê lîsteya rêxistinî û nexşeya kar a dema bê diyar kirin

Komîteya Şopandinê ya ku di encama kongreya MSD'ê ya "Kongreya Niştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firatê" de hate vekirin, civîna xwe ya duyemîn li dar xist.

Komîteya Şopandinê lîsteya rêxistinî û nexşeya kar a dema bê diyar kirin
8 ÇILE, 2021   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn bi beşdarbûna 13 endamên Komîteya Şopandinê, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Omer, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş hate lidarxistin.

Komîteya Şopandinê, di encama kongreya MSD'ê ya bi diruşma "Kongreya Niştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firatê" de ya ku di 25'ê Mijdarê de hatibû lidarxistin, hate avakirin. Erka komîteyê pêkanîna biryarên kongreyê bişopîne.

Têkildarî rêveçûna civînê, Emîna Omer got: " Di civînê de raporên komîteyên pispor ên ku di civîna yekemîn a di dawiya kanûna borî de hatibû lidarxistin, hatin xwendin û nirxandin."

Her wiha destnîşan kir ku lîsteya rêxistinî ya erk û peywirên komîteyê hate diyarkirin û dê bibe nexşeya xebatê pêvajoya bê ya komîteyê.

ANHA