Koçberên ji Serêkaniyê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kirin

Koçberên ji Serêkaniyê gotin ku bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê gaveke nû ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye da ku DAIŞ'ê zindî bike û banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kirin.

Koçberên ji Serêkaniyê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kirin
8 ÇILE, 2021   05:16
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Tevî rapora Neteweyên Yekbûyî ya eşkerekirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên pêkanîna guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê û Efrînê jî, dewleta Tirk sûcên xwe didomîne û tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Herî dawî derket holê ku dewleta Tirk malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî  yên ku ji kampên Holê û Eyn Îsayê reviyane li  Serêkaniyê bi cih dike û nasnameyên nû dide wan.

Koçberên ji Serêkaniyê yên li navçeya Dirbêsiyê bi cih bûne, gotin ku armanca dagirkeriyê ya bicihkirina çeteyên DAIŞ`ê li Serêkaniyê zindîkirina DAIŞ`iyan û têkbirina ewlehiya li herêmê ye.

/kr/uploads/files/2021/01/07/212734_-.webp

Şêniya bi navê Medîne Hesen got ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku Serêkaniyê dagir kirin, ew bi darê zorê koçber kirin. Ew jî bi neçarî hatin li Dêrbêsiyê bi cih bûn.

Medîne Hesen  eşkere kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Serêkaniyê de hevserê wê şehîd bûye.

Medîne Hesen wiha dawî li gotinên xwe anî:"Em şêniyên Serêkaniyê ne, Tirkiyê bi darê zorê em ji malên me derxistin û niha jî kesên biyanî li bajêr bi cih dike."

/kr/uploads/files/2021/01/07/212804_-.webp

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Ehmed Şerîf bang li rêxistinên mafên mirovan û dadgehên navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ava bikin û hesab ji dewleta Tirk û çeteyên bi navên"artêşa Niştimanî ya Sûrî" bixwazin, ku li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tînin.

/kr/uploads/files/2021/01/07/212828_-_1.webp

Şêniya bi navê Hediya Emîn jî got ku artêşa Tirk bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan hewldana zindîkirina serdema Osmaniyan dike.

Hediya Emîn da zanîn ku derxistina nasnameyên nû ji çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî re û bicihkirina wan li Serêkaniyê isbata dîktatoriyeta dewleta Tirk e.

Hêjayî bibîrxistinê ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî hewldana guhartina demografiya herêman dike da ku dagirkeriya xwe rewa bike û li ser xaka Sûriyê serweriya xwe çêbike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z0B5u2fzTjk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>