'Êrişên li ser Eyn Îsayê komployeke navneteweyî ya bi pêşengtiya Rûsyayê ye'

Siyasetmedaran diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê planeke navnetewî  ku Rûsya serkêşiya wê dike ye û gotin: "Armanca vê planê ew e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev qut bikin."

'Êrişên li ser Eyn Îsayê komployeke navneteweyî ya bi pêşengtiya Rûsyayê ye'
8 ÇILE, 2021   02:56
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê berdewam dikin. Ev êriş tevî peymanên agirbestê li pêş çavên garantorê rûsî pêk tê û Rûsya bê deng e.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji valahiya ku di Koşka Spî ya ji ber hilbijartinên serokatiyê de çêbûye, derfetê digire, ji lew re Eyn Îsayê topbaran dike, da ku dagir bike û armanca xwe pêk bîne.

BIRÎNA HERÊMAN

Elî eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi israr e ku bi rêya êrişên xwe yên dijwar ên li dijî Eyn Îsayê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev qut bike û got: "Eyn Îsa navçeyeke stratejîk e û li ser rêya M4 e. Ew navçe herêmên Firat û Cizirî bi hev ve girê dide."

 'RÛSYA PROVOKASYON DIKE’

Elî diyar kir divêyabû Rûsya rola xwe ya garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilîsta, lê dewleta Tirk sor dike da ku êrişên dijwar li dijî Eyn Îsayê pêk bîne û fişarê li QSD’ê bike û herêmê ji hikumeta Şamê re bihêle. Elî got: " Rola Rûsyayê li herêmê neyênî û provokatîv e."

Elî pirs kir: "Ma gengaz e Rûsya li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê aciz be!. Lê belê ev yek di encamên peymanên neeşkere yên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de pêk tên."

BAZARÎ

Di sala 2018’an de Rûsya bi hevkariya bi hikumeta Şamê û dewleta Tirk re, Efrîn radestî çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir, ev yek li beramberî derketina çeteyan ji Xûta Şerqiyê ya Şamê pêk hat.

Li gorî Hisên Elî, îhtîmale heye ku di navbera Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Şamê de bazarî hebin ku Idlibê li beramberî Eyn Îsayê radest bikin.

Artêşa Tirk a dagirker di dawiya sala derbasbûyî de, gelek nuqteyên xwe yên leşkerî li Idlibê ji hêzên hikumeta Şamê re vala kirin. Ev yek hemwextê êrişên giran ên li ser Eyn Îsayê pêk hat.

Hisên Elî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku dakevin qadan û banga bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bikin.

'ÊRİŞÊN Lİ SER EYN ÎSA LÎSTOEKE NAVNETEWÎ YE'

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Dirbêsiyê Bedîa Erebo eşkere kir ku êrişên li dijî Eyn Îsayê lîstokeke ku bi planên hêzên navneteweyî pêk tê ye û wiha got: "Êrişên rojane yên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê bi erêkirina hêzên navneteweyî û bi taybet Rûsyayê pêk tê."

Her wiha Bedîa Erebo got: "Em hewldanên dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê yên li dijî herêmê baş dinasin. Li beramberî wê jî siyaseta me ya parastina xakê mafekî rewa ye û ji tevahî cîhanê re eşkere ye."

Bedîa Erebo  wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk û Rûsya dixwazin Eyn Îsayê ji herêmên Cizîr û Firatê qut bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A0aMQnCyYDg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>