Lîna Berekat: Pêwîste civaka navneteweyî erka xwe ya mirovî pêk bîne

Lîna Berekat êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî pêk bîne û piştgiriyê bide mafên gelê Sûriyê, her wiha lezê bide çareserkirina aloziya Sûriyê ku bi rengekî siyasî hemû aliyan beşdarî dayîna biryarê bike.

Lîna Berekat: Pêwîste civaka navneteweyî erka xwe ya mirovî pêk bîne
8 ÇILE, 2021   03:08
QAMIŞLO- SILAVA EBDULREHMAN

Êrişên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê yên li dijî navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê di demên dawîn de zêdetir bûn. Hêzên dagirker navendên her du navçeyan û gundewarê wan bê ser û ber topbaran dike û sivîlan dike hedef. Li hemberî van êrişan hêzên Rûsya ya garantor tu helwestek nîşan nedaye.

Têkildarî mijarê, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ji ajansa me re axivî. Lîna Berekat êrişên domdar ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: “Em dibînin ku Eyn Îsa veguheriya qadeke ku agir jê dibare. Ew navçe di nava planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Dewleta dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze ajandeyên xwe pêk bîne, dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike û herêmên stratejîk û girîng tev li xaka xwe bike, her wiha dixwaze projeya demokrasiyê ya li herêmê ku bingeheke guncav ji bo çareseriya siyasî ava dike, derb bike.”

'MOSKOVA Û ENQERE JI DESTPÊKÊ VE LI HEV KIRINE'

Lîna Berekat bal kişand li ser lihevkirina di navbera Moskova û Enqereyê de û wiha domand: "Ji destpêkê ve heta astekê li hev kirine. Rûsya gelek biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY ku dibe ku hin mafên gelê Sûriyê vegerandibana, betal kir. Ev lihevkirina veşartî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de, di heman demê de lihevkirina Rûsya ya Îranê re ya derbarê Sûriyê de şêwazeke xapandin e. Tevî ku hêzên Tirkiyê li Idlibê li dijî hêzên hikumeta Şamê şer dikin jî, lê belê ew dixwaze ku navçeya Eyn Îsa radestî hikumetê bê kirin. Ev yek pirsan di serê mirovan de çêdike. Lê xuya ye ku hikumeta Şamê û Rûsya jî dixwazin projeya Rêveberiya Xweser derb bikin, ji ber ku ew dixwazin li ser dirêjahiya xeta sînor ji Serêkaniyê û Girê Spî heta Eyn Îsa û Til Temirê, valahî çêbibe û herêm ji hev bê qutkirin.”

'LI PIŞT PERDEYÊ, PEYMAN PÊK TÊ'

Lîna diyar kir ku dibe ku li pişt perdeyê hin peyman tên îmzekirin ku dê encamên wê piştre xuya bibin, hebin û got: “Mixabin, gelê Sûriyê bûye wekî temaşevanê şer û ne aliyekî aktîv ê ji bo çareserkirina aloziya li welêt e. Hin hêzên herêmî û navneteweyî yên xwedî berjewendiyên diyar hene, ku xaka Sûriyê li gorî xweşî û berjewendiyên xwe parve dikin."

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê îşaret bi axaftina serokê Navenda Azadiyên Parastina Azadiya Nêrînê a Sûriryê Michel Kilo ku gotibû "Opozîsyona Sûriyê tenê nêrîna dewleta Tirk temsîl dike, hikumeta Şamê jî nêrîna Rûsya û Îranê temsîl dike" û got: “Nexwe, rola gelê Sûriyê di çareserkirina aloziyê de çi ye?”

'DEWLETA TIRK SIYASETA GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ LI HERÊMÊ DIMEŞÎNE'

Lîna Berekat destnîşan kir ku li gorî biryarên navneteweyî û peymanên Cinêv û Viyanayê, dewleta Tirk urf û qanûnên navneteweyî bin pê dike û wiha domand: “Mafê wê tune ye ku destwerdana serweriya xaka Sûriyê bike. Her wiha dewleta Tirk li herêmên dagikirî bi rêya koçberkirina şêniyan û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, hîna siyasetên guhertina demografiyê dimeşîne.”

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî pêk bîne û piştigriyê bide mafên gelê Sûriyê, her wiha lezê bide çareserkirina aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî û hemû aliyan beşdarî dayîna biryarê bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vICj3ytSIAA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>