Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist

Rêveberiya Jinan a Tebqa û gundewarên wê civîna xwe ya salane ya 3'yemîn li dar xist.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
7 ÇILE, 2021   17:09
TEBQA

Bi beşdarbûna nûnerên jin ên tevahî komîte û gerînendeyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Partiya Pêşeroja Sûriyê, endamên meclisên jin ên Rêveberiya Jinan a Herêma Tebqayê, civîna xwe ya salane ya 3'yemîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Rêveberiya Jinan Fatima Behbûh bi xêrhatina beşdaran kir û civîn li tevahî jinan pîroz kir.

Piştre endama Koordînasyona Rêveberiya Jin a xeta Siwêdiyê, Semîra El-Elî berpspektîvên rêveberiyê xwendin ku tê de teqezî bi rola jina a aktîv di civakê de dike.

Piştre jî nûnera rêveberiya jin a xeeta Cirniyê Selwa Xelef rapora rewşa siyasî û rewşa rêxistinî ya Rêveberiya Jina a Tebqayê xwend.

Di raporê de hate gotin ku rêveberiyên jinan di sala 2020'an de cidiyeta di kar de îsbat kirin û xebatên ku pêkanîne diyar kirin ji wan; pêngavên li hemberî zihniyeta baviksalarî yên li djiî jinan, vekirina dewreyên perwerdeyê yên fêrbûna xwend û nivisandinê, dewreyên dirûtin û hemşîretiyê .

Piştre sinvîzyoneke li ser xebatên sala 2020'an ên Rêveberiya Jinan a Tebqa û gundewarên wê hate pêşandan.

Beşdaran li ser kar û xebatên rêveberiyê nêrînên xwe parve kirin û plansaziya sala nû danîn. Ji wan; aktîvkirina têkêliyan di navbera hemû saziyên jinan de, domandina vekirina dewreyên fêrkirina xwendin û nivisandinê, serdana malan,  dayîna semînerên taybet ji bo jinan, vekirina buroyeke rêveberiyê li gundê Saykol û lidarxistina pêngavekê bi boneya 8'Adarê, li gorî rewşa jin li herêmê.

ANHA