Îsraîlê duh kîjan nuqteyên li Sûriyê kir hedef?

SOHR`ê ragihand ku duh êvarê Îsrîalê li dijî nuqteyên li gundewarê Siwêda û herêma El-Keswê ya başûrê Şamê ku li wir hêzên girêdayî Îranê hene, êriş pêk anî û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Îsraîlê duh kîjan nuqteyên li Sûriyê kir hedef?
7 ÇILE, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got Îsraîlê ketîbeya Radar a rojavayê gundê El-Dor ê Siwêdayê ku hêzên Îranê û Hizbullah a Lubnanê li wir hene, yekser û bi zêdetirî derbeyekê kir hedef.

SOHR`ê wiha lê zêde kir: “Êrişên Îsraîlê li dijî kombûnên leşkerî li derdora furqeya yekê ya li herêma El-Keswê ya başûrê Şamê pêk hatin, ku nuqteyên leşkerî yên hêzên Îranê li wir hene. Ew yek hemwextî teqînên bi hêz ên ji ber hedefgirtina sîstemên parastinê yên Şamê yên li çiyayê Meni û lîwaya 91`an, pêk hat. Her wiha li gundewarê rojavayê Siwêdayê ji ber bersivdayîna hin moşekên Îsraîlê, teqnînên bi heman rengî pêk hatin.”

Li gorî SOHR`ê, di êrişan de kuştî û birîndar çêbûne lê belê heta niha derbarê hejmarê de tu detayî nehatine bidestxistin.

SOHR`ê her wiha destnîşan kir ku piştî 48 saetan ji serdana Hêzên Pasdarên Îranê bo herêmê derbas nebû, Îsraîlê ev êriş pêk anîn.

 (cx)