‘Dewleta Tirk mafên siyasetmedarên demokrasîxwaz binpê dike’

Endamên saziyên jinan ên bajarê Helebê got dewleta Tirk mafên siyasetmedar û gelên demokrasîxwaz binpê dike û piştrast kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin.

‘Dewleta Tirk mafên siyasetmedarên demokrasîxwaz binpê dike’
7 ÇILE, 2021   09:55
HELEB-HENAN MIHEMED

Piştgiriya hemleya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk de ji 27`ê Mijdara derbasbûyî ve daye destpêkirin, dewam dike.

Rêveberên saziyên jinan ên bajarê Helebê bang li hemû gelê herêmê kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk û banga rakirina tecrîda li ser rêbertî asta têkoşîna xwe bilind bikin.

/ar/uploads/files/2021/01/07/075709_amnh-khdhr-5b1600x12005d.webp

Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Amîna Xidir bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin û diyar kir ku dewleta Tirk projeya rêber Abdullah Ocalan a ku kilîta çareseriya aloziya li Sûriyê ye, bi ferzkirina tecrîdê hewl dide wê projeyê têk bibe.

Amîna Xidir destnîşan kir ku projeya ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, xizmeta hemû gelê li Sûriyê û Rojhilata Navîn dike û çareseriyeke ji bo jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên herêmê.

Amîna eşkere kir ku dewletên destpot rêyên çareseriya demokratîk dikin armanc, ji ber ku xizmeta berjewendiyên dewletên sermeyadar nakin. Amîna da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê projeya neteweya demokratîk hate pêşwazîkirin û dê li cîhanê jî were belavkirin.

Têkildarî berpirsyariya ku dikeve ser milên jinan Amîna wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em wekî jinên li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û çalakiyên piştgiriya vê hemleyê heta rakirina tecrîda li ser rêbertî û heta em dengên xwe bigihînin tevahiya rêxistinên mafê mirovan da ku dawî li sûcên dewleta Tirk bîne, li dar bixin."

/ar/uploads/files/2021/01/07/075726_hyfyn-slyman.webp

Endama Rêveberiyê Nivîsgeha Jinan a PYD`ê Hêvîn Silêman jî axivî û berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgeha dewleta Tirk de silav kir û wiha anî ziman: "Ji ber siyaseta dewleta Tirk û siyaseta AKP`ê û hemleyên li dijî siyasetmedarên Kurd, girtiyan di girtîgehên Tirkiyê de dest bi hemleya greva birçîbûnê kir."

Hêvîn got dewleta Tirk parlamantera HDP`ê Leyla Guven girt, li Bakurê Kurdistanê mafên mirovan binpê dike û bi van kiryaran pîvanên navneteweyî jî binpê dike.

ꞌPERSPEKTÎFÊN RÊBER OCALAN KILÎTA ÇARESERIYÊ NEꞌ

Hêvîn bal kişand ser tecrîda ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û wiha pê de çû: "Li girtîgeha Îmraliyê dewleta Tirk tecrîd li ser rêbertî ferz kir, nahêle malbat û parêzer bi rêbertî re bicivin, ji ber ku baş dizane ku perspektîfên rêber Ocalan kilîta çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn in."

Hêvîn Silêman di dawiya gotina xwe de got divê ew wek gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz piştgiriya hemleya greva birçîbûnê ya girtiyan bikin, di heman demê de destekê bidin hemleya azadiya rêber Ocalan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MO0uXU28nmc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>