Di bûyerên li Washingtonê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 52 kesên din hatin girtin

Hêzên polîsên Amerîkayê yên li Washingtonê ragihand ku piştî bûyerên ku di Senatoyê de pêk hatine, 4 kes jiyana xwe ji dest da û 52 kesên din hatin girtin.

Di bûyerên li Washingtonê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 52 kesên din hatin girtin
7 ÇILE, 2021   08:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê hêzên polîsan ên Washingtonê diyar kir ku piştî ku alîgirên Donald Trump derbasî avahiya Senatoyê bûne da ku erêkirina biserketina Jeo Biden di hilbijartinan de asteng bikin, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 52 kesên din jî hatin girtin.

Fermandarê hêzên polîsan a Washingtonê Robert Conte di civîneke çapemanî de ku duh bi şev hatibû lidarxistin, ragihandibû ku 47 kes ji bingeha 52 kesên girtî di çarçoveya binpêkirina qedexeya derketinê de hatine girtin. Her wiha 26 kesên din li avahiya Capitol hatine girtin û gelek kesên din jî, ji ber ku çekên bêruxset bi wan re hebûn hatine girtin.

Hate ragihandin ku 2 bombe li avahiya komîteyên nîştimanî yên komarparêz û demokratan hatin dîtin.

Hêzên polîsan ên bajêr di demeke berê de ragihandibû ku jinek bi guleyan birîndar bûbû, lê piştre ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Hêzên polîsan ên Washingtonê tenê got ku her 3 kesên jiyana xwe ji dest dane, ji ber sedemên “Destwerdana Lezgîn” mirine û agahiyên dîtir parve nekirin.

Girêdayî heman mijarê, dezgehên çapemeniyê bi bîr xist ku cîgirê şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Matt Pottinger istîfa kir.

 (şx)