PAJK`ê şehîdên komkujiya Parîsê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

PAJK'ê Komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û got: "Hilanîna tola hevrê Sara armanca bingehîn a PAJK'ê ye û tenê bi azadiya jinan hemûyan tê hilanîn.”

PAJK`ê şehîdên komkujiya Parîsê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn
7 ÇILE, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê, bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Komkujiya Parîsê ku kete sala 8'an bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin: "Em soz didin ku heta berpirsyarên vê komkujiyê hemû bên cezakirin, bêyî ku kêliyekê jî rawest in, em ê di asta herî bilind de têkoşîna xwe bimeşînin û jiyana azad ava bikin. Di şexsê hevrê Sara de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, biryardariya xwe dubare dikin ku em ê hêjayî bîranînên wan bin."

ÊRIŞA LI DIJÎ HEVRÊ SARA, FERMANA KOMKUJIYA JINAN HEMÛYAN E

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema modernîteya kapîtalîst ji bo hebûna xwe bidomîne krîzê diafirîne. Di her krîzê de jî êşên giran bi mirovahiyê dide kişandin û ev yek hate desntîşankirin: "Êrişa li dijî hevrê Sara, nîşan dide ku modernîtya kapîtalîst di şexsê dewleta Tirk a faşîst de hewl da bi krîzeke nû xwe ji nava krîza heyî derxe û ji bo vê jî herî zêde êrişî jinan dike."

Koordînasyona PAJK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişa li dijî Sakîne Cansiz komployek bû û got wiha domand: "Lewma Rêber Apo êrişa li dijî hevrê Sara weke êrişa li hemberî xwe dît. Çawa ku piştî komploya li dijî Rêber Apo, modernîteya kapîtalîst firsend dît ku hovîtiya xwe li Rojhilata Navîn belav bike, bi rêya vê êrişê û encamên wê hewl da zemînê serweriya xwe ava bike, êrişa li dijî hevrê Sara jî bi vî rengî ye. Êrişa li dijî hevrê Sara, fermana komkujiya li hemberî jinan hemûyan e. Jixwe heman piştî vê êrişê konsepta êrişê ya li hemberî jinan kete dewrê, li dijî çanda li dora xwedawendiyê ya gelan û civakan, li dijî kevneşopiya wan, her wiha yek bi yek li dijî jinan plana êrişê kete meriyetê. Komkujiyên jinan, êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka me, destavêtina li jinan, kuştin, şewitandin û tunekirina wan, ji êrişa li dijî hevrê Sara ne cihê ye."

Di berdewama daxuyaniya PAJK'ê de hate bibîrxistin ku komkujiyên jinan, êrişên bêperwa yên sîstema hov a bi serweriya mêran ên di nava 7 salên derbasbûyî de nîşan dan ku bi êrişa li dijî jinên berxwedêr ên li dijî faşîzmê êriş li dijî jinan hemûyan tê kirin û bi qirkirina jinan re gava destpêkê ya ji bo kolekirina civakê hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Lê belê berxwedana jinan a li dijî vê faşîzm û serweriya mêran, mohra xwe li serdemê xistiye, xewn û xeyalên faşîzmê hemû têk biriye. Cîhan wê bi destê jinên berxwedêr û azad bê guhertin. Di serî de jinên Kurd ên li ser xeta hevrê Sara bûne şoreşger. Jinên cîhanê bi tecrûbeyên xwe vê rastiyê careke din nîşan didin."

'HILANÎNA TOLÊ ARMANCA ME YA BINGEHÎN E'

Di dewama daxuyaniyê de bi berfirehî qala kesayetiya têkoşer a Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hate kirin û wiha hate gotin: "Ev êrişa ku li dijî îradeya azadiya jinê ya xeta Rêber Apo hate kirin êrişeke mezin e. Têkoşîna ku li dijî vê êrişê bê kirin jî divê mezin be. Tola hevrê Sara tenê bi azadiya jinan hemûyan dikare bê hilanîn. Jiyaneke ku ti jin ji ber ti sedemê nayê kuştin, nayê windakirin, nayê tunekirin, xweliya wan li binê beton nayê veşartin, neçar nayê hiştin ku ji rastiya xwe dûr bikeve, nayê astengkirin ku jiyana azad temsîl bike, nayê astengkirin ku bibe pêşenga jiyanê; ew jiyan jiyana azad e. Dema ku ev hate pêkanîn wê hingê tola hevrê Sara bê hilanîn. Hilanîna tola hevrê Sara jî weke PAJK'ê armanca me ya bingehîn e. Pêkanîna vê armancê, misogerkirina jiyana azad a destketiyên jinan bi hewldanên mezin, berxwedanê û biryardariya têkoşîna bêrawestan a heta serketinê, dibe.”

Di sala 8'an a şehadeta hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de, em şehîdên xwe yên meha Çileyê, pêşengên xwe yên berxwedana xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê Sêvê, Fatma û Pakîze, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe bi hezkirin û minet ditewînin. Şoreşa Bakur bi pêşengiya jinan şoreşa hebûnê ye. Şoreşa azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ku bi pêşengiya tevgera azadiyê ya jinan pêk tê, wê teqez bi ser bikeve. Faşîzm di her gavê de ispat dike ku ji jinan ditirse. Ji ber vê yekê jin dibin hedefa êrişên faşîst, tên girtin, hewl didin ji civakê tecrîd bikin, li zindanan bi her awayî dibin hedefa kiryarên li dijî mirovahiyê û hewl tê dayin ku bên qetilkirin. Ji bilî mezinkirina berxwedanê û xurtkirina biryardariya serketinê, ev êriş wê bi kêrî tiştekî din neyê. Ji xwe li gel van êrişan jî jin têkoşîna civakî mezin dikin, faşîzmê ditirsînin û dibin tirsa herî mezin a serweriya mêran."

Di dawiya daxuyaniyê de jinên li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bûn hedefa faşîzmê û hatin qetilkirin, hatin bîranîn û hate gotin: "Soza ku me daye şehîdên xwe em dubare dikin. Em ê faşîzmê hilweşînin, jiyana azad ava bikin û bi avakirina jiyana azad a bi Rêber Apo re tola xwe ji serdestan hemûyan hilînin. Bi vê têgihiştinê em bang li jinan gelê xwe, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya bi daxwaza jiyana azad dikin ku bi pêşengiya partiya me PKK û PAJK'ê, bi ruhê sala nû ya berxwedanê tev li pêngava me ya azadiyê bibin, li her cihî di nava her şert û mercî de çalakiyan mezin bikin û faşîzmê li gel saziyên wê hemûyan hilweşînin û jiyana azad ava bikin."