`Dagirkeriya Tirk bi dayîn nasnameyên nû hebûna DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî rewa dike`

Rêveber û berpirsên saziyên Şedadê diyar kirin ku dewleta tirk a dagirker bi rêya bicihkirina çeteyên DAIŞ`ê li Serêkaniyê hewl dide hebûna wan rewa bike.

`Dagirkeriya Tirk bi dayîn nasnameyên nû hebûna DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî rewa dike`
7 ÇILE, 2021   08:52
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca koçberkirina şêniyên resen, rêbazên cuda li herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Her wiha El-Omer wiha domand: “Dagirkeriya Tirk bi rêya dayîna nasnameyên nû û lênûskên (defterên) malbatî çeteyan li herêmên dagirkirî bi cih dike û hebûna wan rewa dike.”

El-Omer diyar kir ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî li gel bêdengiya navneteweyî red dikin.

El-Omer bang li rêxistinên hiqûqî û hêzên ku li herêmê weke garantor tê naskirin kir ku li dijî vê hêza ku bi awayekî bi plan tev digere û êrişî gelê herêmê dike, bisekinin.

`BICIHKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê LI SERÊKANIYÊ`

Endama Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Fatme El-Teraf got ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide terorîstên DAIŞ`ê yên ku revîne li herêmên Serêkaniyê bi cih bike.

Fatme bûyerên bicihkirina çeteyan li şûna şêniyên resen şermezar kir û destnîşan kir ku hebûna wan çeteyan li herêmê ne rewa ye û divê jê werin derxistin.

`ÇEWISANDINA NASNAMEYÊ`

Serokê Yekitiya Cotkar û Sewalkariyê ya Şedadê Mihemed El-Cuma îşaret pê kir ku bicihkirina kesên çete û tundraw li şûna şêniyên resen ên Serêkaniyê, çewisandina nasnameya rastîn a şêniyên ku bi hezaran salan bi hev re dijîn e.

El-Cuma da zanîn ku kiryarên ku dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, sûc in û divê civaka navneteweyî û hêzên garantor ên li herêmê li hemberî van sûcan bêdeng nemînin.

(şx)

ANHA