Îbrahîm Şêxo: Artêşa Tirk a dagirker sûcên dermirovî li dijî jinên li Efrînê pêk tîne

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê rêzesûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan li kantona Efrînê pêk anîne nexasim jinan, eşkere kirin.

Îbrahîm Şêxo: Artêşa Tirk a dagirker sûcên dermirovî li dijî jinên li Efrînê pêk tîne
7 ÇILE, 2021   02:37
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Li gundên girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi armanca tengavkirina şêniyên resen û ji bo ku wan bide koçberkirin, bi fermana yekser a ji hêla istixbarata Tirkiyê ve, sûcên dermirovî li dijî şêniyan bi giştî û jinan bi taybet pêk tîne.

/kr/uploads/files/2021/01/06/205445_-.webp

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku ji derdora mehek û nîv ve, çeteyên Sultan Murad ên ku yekser bi fermana istixbarata Tirkiyê kar dikin, keçeke ciwan (13) ji taxa Ziyêdiyê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî revand. Şêxo da zanîn ku komê destavêtiye keça ciwan û heta niha çaranûsa wê ne diyar e.

Şêxo wiha domand: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji derdora 20 rojan ve, keçeke ciwan bi navê Fatme Reşo Kable (16) tevî birayê wê yê biçûk ên ji şêniyên gundê Mûskê yê navçeya Recoyê revand, çaranûsa wan heta niha ne diyar e.”

Şêxo piştrast kir ku çeteyên El-Hemzat ji kêmtirî mehekê ve malbateke efrînî ji gundê Keferşîlê yê girêdayî navenda Efrînê revand. Şêxo navên şêniyan bi bîr xistin û got: “Çeteyên El-Hemzat şêniyê bi navê Ednan Rehîm Cemo (50), hevsera wî Fatme Mehmûd Horîk (50), keça wan Elye Ednan Cemo (13) û Rizgar Cemo (25) revandin û çaranûsa wan heta niha ne diyar e.”

Şêxo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sûcên xwe yên li dijî jinan tevahiya qanûnên navneteweyî, lihevkirina Cinevê ya sala 1948`an, Lahay a 1879`an û gelek peymanên din binpê kirin.

Derbarê sûcên dagirkeran ên li dijî xwezaya Efrînê de Şêxo ev agahî parve kir: “Çeteyên El-Emşat û Semerqend li navçeya Mabatayê darên daristinî qut kirin û wek êzing di nava sûkan de firotin. Êdî qutkirina daran di nava komên çeteyan de bûye bazirganî.”

Şêxo di dawiyê de bi bîr xist ku çeteyan şêniyek ji êla Imêrat a Ereb ji şêniyên gundê Bablîtê bi navê Abdullah El-Kedro revand. Ji ber ku li dijî qutkirina darên zeytûnê yên girêdayî xwe sekiniye. Çeteyan destpêkê li El-Kedro dixin û îşkence dikin, piştre zêdetirî 220 darên wî û birayên wî qut dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hwSt65x2xH8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>